Rêveberiya Belgekirina Binpêkirinan û Mafên Mirovan di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, binpêkirinên rijêma Esed û hevalbendên wê dijî deverên wêranbûyî ji ber bobelata erdhejê heta dawiya heyva sibatê belge kirine.
Û Rêvebiriyê bal kişand ser ku rijêma Esed di dema bobelata xwezayî de jî dest ji armanckirina deverên rizgarkirî berneda, û amaje kir ku qurbaniyên armanckirina rijêmê û hevalbendên wê, ji dema bobelata erdhejê heta dawiya heyva sibatê, du şehîd û şeş birîndar bûn.
Û Rapora Rêvebiriyê diyar kir ku hejmara giştî ya armanckirinên rijêmê û hevalbendên wê 69 bûn, û çekên corbecor têde bi kar anîne, ji wan: 61 armankirin bi topxaneyan, û 5 bi mûşekan, 2 bi tangan, û operasiyoneke segmaniyê jî hebû.
Û raporê deverên operesyonên armanckirinê diyar kirin, û got ku bajarê Idlibê û gundewarê wê rastî 43 operasyonên armanckirinê hatin, û 14 operasyonên armanckirinê li gundewarê Helebê û 12 li gundewarê Hemayê hebûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî