Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekez kir ku gelê Sûriyê bi bombebarankirina navendên xwe yên aborî dilxweş nabin, û pirsiyar kir: Kengî Sûriyekî daxwaza wêrankirina saziyên welatê xwe kiriye? Û Elmislit got: Gelo kesek bi wêrankirina tiştên ku ji rizqê zarokên wî û samanên welatê wî hatine avakirin dilxweş dibe?
Û Elmislit di twîteke xwe de li ser rûpela xwe ya Twitterê, got ku rijêma tawankar berpirsyariya encamên tiştên ku diqewimin hildigire, ji ber ku ew e ya ku her avahiyeke welat kiriye navendek ji bo operasyonên milîsên xwe û milîsên rijêma Tehranê û nandozên wê, û ew dever kirin armanca bombebaranê.
Û Elmislit got ku bi rêya wan baregehên ku milîsên Îranê dest danîne ser wan, ên hatin armanckirin, çek derbas dibin, û madeyên hişber li wan têne çêkirin û qaçaxî bi wan dibe, û amaje bi wê yekê kir ku çawa gelê Sûriyê bi armanckirina jêrxaneya welatê xwe xemgîn dibe, di heman demê de çêkerên terorê û madeyên hişber li ser axa xwe red dike.
Û Elmislit bal kişand ser ku wan milîsan ne tenê tawan dijî gelê Sûriyê pêk anîn, lê pir ziyan gihandin birayên me yên dewletên derdorê jî, bi riya qaçaxiya madeyên hişbir û çekan, ne tenê ji bo bazirganiyê, lêbelê ji bo cîbicîkirina kîna xwe û fetisandina deverê bi keresteyên hişbir û terorê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî