Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku gelê Sûriyê li benda helwesteke Emrîkî ya tundtir û cidîtir e, ji bo bersivdana komkujiya Eltedamun ya ku cîhan bi kirêtiya xwe hejand. Û daxwaza karekî cidî kir ji bo sizakirina Beşar Esed û serokên şaxên wî yên ewlekarî, li ser vê komkujiyê û 12 salên ji komkujî û tawanan dermafê gelê Sûriyê. Ne tenê cezakirina tawankar Emced Yûsif yê ku ev komkujî pêk aniye. Û Rehmê bal kişand ser ku ev ceza cidiyeta tê xwestin di warê sizakirina rijêmê de û nehiştina ku hîn bêhtir tawanan dermafê gelê Sûriyê pêk bîne nîşan nade.
Û Rehmê di daxwiyaniyên taybet de, îro sêşemê, got ku bi helkefta 12mîn salvegera şoreşa Sûriyê, Waşinton sizayên nû li dijî rijêmê disepîne, û vê carê li dijî endamekî îstixbarata Esed hatiye sepandin. Û got ku gelê Sûriyê li benda sizakirina tawankarê rasteqîn yê sedema hemû komkujiyan e, û li benda rizgarbûna ji vê rijêmê û sizakirina wê li ser tawanîn wê ye.
Û Rehmê bal kişand ser ku dibe Emced Yûsif ne xwedî pasaport be jî, û çi carî ji Sûriyê derneketibe, û karê wî kuştin û îşkencekirina sivîlan e, û çi sûde ji sepandina van sizayan tune ye, di dema ku serekên rijêmê û rayedarên wê yên ewlekarî, yên ku fermanên kuştinê didin bêyî kes wan siza bike, hîn serbest in.
Û Rehmê tekez kir ku rol û berpirsiyariya civaka navdewletî parastina sivîlan û sepandina cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê ye, ku veguheztina siyasî li Sûriyê beşek jê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî