Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dijminkarî û karên wêrankirinê dijî Ofîsên Encumena Niştimanî ya Kurd û partiyên di nav de li Dirbasiyê û Amûdê û Hesekê û Qamşlo şermezar dike, ku ew ofîs di rojên bûrî de tûşî zîncîrek ji opirasyonên gulebaranê û êrîşên bi mêmolotov û tarûmarkirina tiştên têde bibû, û tiliyên tuhmetbariyê berve endamên girêdayî rêxistina PKK ya terroîst dirêj dibin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji metirsiya van karên terroristî û dijminkariyên şermezarkirî yên ku ev çetên girêdayî Milîsên YPG yên terrorîst dide, her weha ji tiştên ku li deverên sînorî li gel Herêma Kurdisatnê çi di riya hewildanên derbasbûna ne rewa de an di riya bombebarankirina cîgehên pêşmergeyan di riya sînor re, bi armanca xirabkirina rewşê û belavkirina bêserûberiyê û gefa dijî ewlehiya dewletên cîran.
Pir pêwîst e ku lêpirsîna derbarê van tewanan û sizakirina yên di ber ve berpisyar bête kirin, û divê tevaya aliyên navdewletî yên piştgiriya van milîsan dikin berpisyariya xwe derbarê van kiryar û tewanan hilgirin.
Tê xwestin ku sînorek ji vê girêdana di navbera milîsên PYD û rêxistina PKK ya terrorîst de re li rojhilatê ferat were danîn, û kar ji bo rawestandina binpêkirinên wan dermafê sivîlan li wê derê bibe, her weha siyaseta wan ya girdayî hêzên rijêma kujer bi dawî bibe, ev milîsên terrorîst bi temamî dijberên şoreşa gelê sûrî ne, û dijî doz û hêvî û vîna Kurdên Sûrî ne, ji ber ku gelê kurd perçeyek ji vê şoreşê ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
16 kanûna pêşîn 2020