Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rêşûnên ku rijêma tawanbar û milîsên Îranî li ser xakê dijî sivîlên dorpêçkirî li taxên bajarê Deraa berdewam dikin, tu nîşanên xêrê di demên nîzîk de diyar nakin.
Dorpêçkirina berdewam û pilan û bombebarana berdewam û ketina pakrewan û birîndaran û bi ser de berdewamiya komkirina endamên leşkerî ji aliyekî ve û jikarêxistina çi destpêşxeriyên çareseriyê di riya mercên astenkirinê yên dubarekirî ji aliyekî dî ve, ev hemû rêşûnên dubarekirî cihê texmînan bûn, û kiryarên wiha sivîlan datînin bin fişareke tund û wan sivîlan rastî binpêkirin û tawanên cengê tîne.
Em piştgiriya helwesta nûnerên xelkê bajêr tekez dikin, û em pesnê wan li ser pêdarî û rijdiya wan li ser parastina nişteciyan û mana wan li ser xak û zeviyên xwe didin, û çi pirojeyên nû ku welatiyên Sûrî ji xak û mala xwe koçber dike em red dikin.
Daxwaza derketina hêzên rijêmê û milîsên Îranî ji Deraa û hilanîna dorpêçkirinê ji bo ku liva sivîlan azad be bêyî armanckirin an astengkirina jiyana wan mercin mentiqî û xwezayî ne, û ji tevaya aliyan tê xwestin ku piştgriya vê daxwazê bikin.
Divê garantiyên navdewletî bo cîbicîkirina çi rêkeftina ku bighênê hebin, û nehêlin ku rijêm û milîsên Îranî binpê bikin, an bi çi awayî ji xwe re bikar bînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
25 tebax 2021