Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe bi daxwiyaniya ku ji aliyê Girûpa Heft Dewletan ve derbarê dosyaya Sûriyê derketiye tîne ziman, û balê dikşîne ser giringiya encamên ku Girûp gihiştiyê, wek pabendbûna wê bi pirosesa siyasî ya berfireh li Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2254, ya ku piştgiriya dadpirsîna kesên berpirsyar di ber bikaranîna çekên kîmawî û binpêkirinên yasayên navdewletî de dike, û normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed berî pêkanîna pêşketinê di piroseya siyasî de red dike, û tekeziyê li ser pêwîstiya gihiştina alîkariyên mirovî di riya dergehên sînorî re bêyî hebûna astengiyan bo tevaya sûriyên hewcedar, nemaze alîkariyên ji hêla Netewên Yekbûyî ve tên, dike.
Qurbaniyên ku gelê Sûriyê dane û hîn jî di rûyê amûra kuştin û terorê ya ku rijêma Esed û hevalbendên wê serpereştiya wê dikin dide, û mafdarbûn û dadmendiya doza sûriyan û biryarên navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê, dihêle ku civaka navdewletî têkeve bin barê pabendbûna sincî û yasayî de, û piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê bi awayekî rasteqîn bike, û beşdariyê di veguhastina wan berve qonaxa piştî Esed de bike, û wan bihêz bike û bihêle karibin Sûriya nû ya ku nirxên azadî û dadwerî û demoqrasiyê lê serwer bin ava bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
22 gulan 2023