Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Gelê Sûriyê bi dirêjiya salan derdeseriya bobelatên rêxistina Daiş a terrorist kişandiye, û ti cihê wê û ne jî endam û layingerên wê û ecinde û ramanên wê yên wêranker ên ku xizmeta Rêjîmê dikin û dijî şoreşê derdikevin di nav sûriyan de tune ye, û ev pîvan li ser tevaya rêxistinên terorîst ên din jî tête sepandin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku çi hewldana bikaranîna sîmbolên rêxistinên terorîst wek tewanekê derheqê gelê Sûriyê tê dîtin û pabendiya hemû aliyan bi yasayan û nehêlana çi hewildanên jirêderxistina tevgera sivîl û şoreşgerî erkeke li ser milê tevaya şoreşgeran û dezgehên fermî yên nûnertiya gelê Sûriyê dikin û desthilatên cîbecîkar ên bi ser ve.
Hevbendiya Niştimanî di bîrê de tîne ku rahiştina sîmbolên terorîstan wek piropogendakê ji terorê re û wek binpêkirina nirx û piransîbên gelê sûriyê tê dîtin, her weha ew dijî piransîbên şoreşa azadî û rûmetê ye.
Hevbendiya Niştimanî redkirin û pirotestokirina xwe ji hemî şêwe û awayên terorê re nû dike, û cudakirina di nab cûreyên terora pejirandî û ya nepejirandî de red dike, û tekez dike ku rêxistinên terorîst dijminên gelê Sûriyê ne û ti cihê van rêxistinên terorîst ên bi ser milîşyayên PKKê ve yên ku hewl didin buyeran ji xwe re derfet bibînin û wan dijî şoreşa sûriyê bikar bînin di nav me de tune ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
27 çirya pêşî 2020