Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bi vegera serma zivistanê û rewşa dijwar ya xelkê me tê de dijîn nemaze di kampan de, raporên ku Wezareta Tendirustîyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê dighînin me, bilindbûna mezin di hejmara pêketiyên korona diyar dikin, ji ber ku pêr neh kesan canê xwe ji dest da.
Di tevaya pêwendiyên me de li gel aliyên navdewletî û tendirustî em cextiyê li ser giringiya pêşkêşkirina piştgiriyê ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî û saziyên wê re dikin, her weha piştgiriya kampan û tevaya deverên rizgarkirî, daku dijî bêtarê derkevin, û em îro careke din van daxwazan dubare dikin û tekeziyê li ser hewcedariya pêwîst ji pirkirina piştgirîyê re bo deverên rizgarkirî dikin.
Em bi rengekî berdewam li ser nirxandina helwest û rêşûnan radiwestin, ji ber tê dîtin ku hin alî bi awayekî cidî pabendiyê bi rêşûnan nakin, ev yek cihê mixabiniyê ye, em ji her kesî dixwazin ku li ser asta kesayetî pabendiyê bi dûrbûna civakî bikin, maskan bikar bînin, silavê bi dest nedin hev, hergav destê xwe bişon, nehêlin kombûnên mezin lidar bikevin, wek şahiyên dewata û şînên miriya, û ev rêşûnin berdest in û mesrefa wan tune ye û herkes kare cîbicî bike.
Em tînin bîra xelkê xwe ku pêwîst e her tiştê saxlemiya kesayetî diparêze bikin, ji ber ku dema piştguhkirin berdewam bike, tê wateya ku em alîkariyê di belavbûna nexwaşiyê de dikin û dihêlin xelkê me pê bikevin.
Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi saziyên xwe ve, xebatin mezin li gorî şiyanên bedrest dike, her weha kadroyên bizîşkî yên ku em sipasiya wan li ser xebatên ku pê radibin dikin, em bi hêvî ne ku di erkê xwe de li gor karîna xwe berdewam bikin, û xwe ji metirsiyê biparêzin, ji ber ku saxlemiya kadroyên bizîşkî di pileya giringiyê ya yekem de ye.
Ji Civaka navdewletî û saziyên tenduristî yên navdewletî tê xwestin ku piştgiriya karta tenduristiyê li Sûriyê bi awayekî lezgîn û yekser bikin, nemaze li kampan, û em cextiyê li ser pêwîstiya dabînkirina navendên cudakirinê û vehewandina nexweşan dikin, herweha dabînkirina dermanan û amûrên paqijkirinê, û pêşkêşkirina alîkariyên hawarçûnê û yên mirovahî û darayî bo kesên neçar in ku di mal de bimînin di dema cudakirinê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
18 çirya paşî 2020