Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Îyaleta Mersînê ya Tirkî Fadî Îbrahîm û Şîwirdarê Yasayî yê Nûnergehê D. Hişam Elsebax serdana Husên Kemal rêvebirê rêvebiriya koçberiyê li îyaletê kir, û pêre behsa rewşa Sûriyên li Îyaletê û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên rastî wan tên kir.
Û amadebûyan girîngî dan hejmarek ji pirsgirêkên rastî Sûriyên li Îyaleta Mêrsînê tên, û di serî de doseya belge û kaxesên pêwîst yên ku alîkariyê di derxistina nasnameya demkî de dikin.
Û gengaziya nû kartêkerkirina nasnameya Sûriyên ji welatên penaberiyê an ji deverên rizgarkirî vegeriyane gengeşe kirin, daku hebûna wan li welêt yasayî be.
Û amadebûyan behsa doseya jinên pakrewanan û yên bî di nasnameya demkî de ji bo ku rewşa wan yasayî be kirin, ew jî ji ber hebûna hejmarek mezin ji wan û nekarîna derxistina belgeyên pişt pê were girêdan ku ew kes ti malxo yan jêdera wan ya darayî tune ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî