Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî anî ziman ku raporên ku ji aliyê Wezareta Tendirustîyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê digihêjin me, bilindbûna mezin di hejmara pêketiyên korona diyar dikin, ji ber ku pêr neh kesan canê xwe ji dest da.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de duh got ku di tevaya pêwendiyên me de li gel aliyên navdewletî û tendirustî, me cextî li ser giringiya pêşkêşkirina piştgiriyê ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî û saziyên wê re kir, her weha piştgiriya kampan û tevaya deverên rizgarkirî, daku dijî bêtarê derkevin kiriye, û em îro careke din van daxwazan dubare dikin û tekeziyê li ser hewcedariya pêwîst ji pirkirina piştgirîyê re bo deverên rizgarkirî dikin.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi saziyên xwe ve, xebatin mezin li gorî şiyanên bedrest dike, her weha kadroyên bizîşkî yên ku em sipasiya wan li ser xebatên ku pê radibin dikin, em bi hêvî ne ku di erkê xwe de li gor karîna xwe berdewam bikin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi rengekî berdewam li ser nirxandina helwest û rêşûnan radiweste, û di bîra xelkê xwe tînin ku pêwîst e her tiştê saxlemiya kesayetî diparêze bikin, ji ber ku dema piştguhkirin berdewam bike, tê wateya ku em alîkariyê di belavbûna nexwaşiyê de dikin û dihêlin xelkê me pê bikevin.
Û daxwiyaniyê ji tevaya tîm û kadroyên bizîşkî daxwaza hişyarî û miqatebûnê kir, û ji wan xwest ku xwe ji metirsiyê biparêzin, ji ber ku saxlemiya kadroyên bizîşkî di pileya giringiyê ya yekem de ye.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û saziyên tenduristî yên navdewletî xwest ku piştgiriya karta tenduristiyê li Sûriyê bi awayekî lezgîn û yekser bikin, nemaze li kampan, û cextî li ser pêwîstiya dabînkirina navendên cudakirinê û vehewandina nexweşan kir, herweha dabînkirina dermanan û amûrên paqijkirinê, û pêşkêşkirina alîkariyên hawarçûnê û yên mirovahî û darayî bo kesên neçar in ku di mal de bimînin di dema cudakirinê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî