Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî civînek berfireh li gel emîndarê giştî Abdulbasit Abdulletîf û hejmarek ji endamên herdû desteyan ya siyasî û ya giştî îro çarşemê li baregeha hevbendiya niştimanî li bajarê ezazê yê gundewarê Helebê lidar xist.
Û di civînê de Sekretêrê Desteya Siyasî, Riyad Elhesen û Endamên Desteya Siyasî Ebdellah Gedo û Behcet Etasî û Yasir Elferhan Her Weha Endamên Desteya Giştî Ebdulîlah Fehed, Ednan Elrehmon, Necîb Rehmon, Zekeriya Melahifcî û Hevrêzkarê Hevbendiya Niştimanî li Gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî, amade bûn.
Û amadebûyan civata desteya giştî ya dawîn a gera 53yemîn nirxandin, û biryar û temînîyên wê gengeşe kirin, û pilanek ji bo kartêkerkirin û cîbicîkirina wê danîn.
Û Serokê Hevbendiyê li ser xurtkirina têkliyên li gel saziyên civakî yên li deverên rizgarkirî û kartêkerkirina rola wan axivî, nemaze di van rewşên dijwar de.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Penaberan, Ednan Rehmon, raporek li ser rewşa penaberên di kampan de û hejmara kampan pêşkêş kir, ji ber ku hejmara kampan ta dîroka amadekirina raporê gihîşte 1160 kampî, 1029 jê li parêzgeha Idlibê ne û 131 kamp li parêzgeha Helebê ne.
Û Rehmon bal kişand ser ku derdora melyon û nîv melyon mirovî di rewşên dijwar de dijîn, di kampên ku kêmtirîn pêdvîiyên jiyanê têde nînin, û tekezî li ser hewcedariya wan bi hemû cureyên piştgiriyê di zivistanê de kir, bi taybet ku texmîn heye zivistana dahatî dijwar be.
Ji aliyê xwe ve D. Nesir Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pêwendiyê li gel tevaya dewletên dost û welatên bexşîner û dezgehên navdewletî lidar dixe, ji bo pêşkêşkirina piştgiriya lezgîn di werzê zivistanê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî