Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di roja bîranîna salvegera tevaya qurbaniyên cenga kîmawî de, tekez dike ku gelê Sûriyê derdeseriya nebûna cidîbûnê di helwestên navdewletî de derbarê danîna sînorekî ji tawanên ku dermafê wî pêk têne dikişîne, ji ber ku rijêma Esed ya kîmawî hîn desthilatdara Sûriyê ye, û bêyî çi rêgirtinê gel dikuje, digre, îşkence û bombebaran dike, rijêma ku di êrîşên xwe yên kîmawî de, bi hezarên Sûriyan xeniqandin, û saziyên mafên mirovan karîbûn 1510 mirovan li curbecur parêzgehên Sûriyê belge bike.
Divê civaka navdewletî bi helwesteke vebir di rûyê rijêma Esed de ya ku bi hemû rêyan gel dikuje raweste, ji ber ku li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, wê çekên kîmawî 217 caran dijî gelê Sûriyê bikar anîne, û bi belge 1510 Sûrî kuştine, 205 zarok û 260 jin di nav wan de hebûn, û 12 hezar welatî birîndar bûn, li ber çavê cîhanê li gel tekeziyên saziyên mafnasî yên navdewletî, û bi sedên dîdevaniyên kesên ku ji zîndanan rizgar bûne, rijêma Esed di ber êrîşan de berpisyar e.
Rijêma Esed ne tenê tawan pêk anîn û sivîl kuştin, wê bi ser de bi mebest karê pişkênerên navdewletî yên ji rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî asteng kir, û hîn jî heman siyaseta tawankarî dermafê gelê Sûriyê bi kar tîne, û çareya siyasî ret dike, û pabendiyê pê nake, bi sedema nebûna fişarên navdewletî yên tên xwestin.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide û dibêje ku rizgarbûna rijêma Esed û hevalbendên wê ji sizayan, nabe sedem ku gelê Sûriyê dest ji daxwazên azadî û rûmetê berde, û ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dixwaze ku barê berpisyariyên xwe hilgire, û dosya dadpirsînê kartêker bike, û biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê nemaze herdû biryarên 2118 û 2254 cîbicî bike, daku veguhastina siyasî, yaku dihêle gelê Sûriyê dewleta xwe ya nû ya ku cihê rijêma Esed têde tune be ava bikin, pêk were.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 mijdar 2022