Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî siyaseta cudadîtinê ya hin dezgehên fermî yên Libnanî li hember penaberên Sûrî, û mîkanîzma danûstandina dadweriya leşkerî bi penaberên Sûrî û mafê wan ê azadî û jiyanê re li Libnanê şermezar dike, piştî ku Dadgeha Leşkerî ya Libnanê navê tawanê biçûk kir û kuştina penaberê sûrî (Beşar Ebdil Siûd) wek sûcekî biçûk binav kir û cezayê zîndankirina di navbera du heyv û 18 hayvan de li tawankar birrî, pişt du sal di ser kuştina qurbanî di bin îşkenceyê de li ser destê Ewlekariya Dewletê li Libnanê di dema lêpirsîn pê re dihat kirin, û ev yek dihêle ku dadweriya Libnanê bi xwe re nakok be, ji ber ku navê tawanê li gor neteweya qurbanî diguhere, û ev yek dijî qanûnên cezayê yên herêmî û navneteweyî ye.
Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya destwerdana hikûmeta Libnanî û komîserê wê yê li rex Dadgeha Leşkerî û Dozgerê Giştî yê Cezayê dike ji bo rastkirina şaşiyê û birîna cezayê li gor cûreyê tawanê. Ji bo ku rastkirina rêya edaletê û dabînkirina mafê qurbanî, bi awayekî ku pakiya rêşûnan, rêzgirtina li mafên yasayî, nehiştina cudakarî û bicîanîna dadweriyê di dosyeya qurbanî (Beşar Ebdil Siûd) de dabîn bike, û daxwazê ji hikûmeta Libnanê dike ku pabendîyê bi peymana dijatiya îşkenceyê bike, ya ku Libnanê li ser îmza kiriye, û yasaya tawandîtina îşkencekirinê, û herwiha pirensîpên giştî, yasayên navdewletî, û parastina mafên mirovan ên bingehîn bê cudahî, û binpênekieina mafên penaberên sûrî li Libnanê, ji ber nebûna jîngeheke ewle ji bo vegera wan bo Sûriyê bi sedema berdewamiya rêjîma stemkar û milîsên ku piştgiriya wê dikin li Sûriyê û pêkanîna wan ji binpêkirinan re li dijî Sûriyên ku ji ber şert û mercên dijwar ên şerê li Libnanê reviyane.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan dike ku bilez ji bo çavdêriya karûbar û mafên penaberên Sûriyê li Libnanê û dabînkirina parastina pêwîst ji wan re destêwerdanê bikin, û kar bi desthilatên Libnanî re bikin ji bo pêkanîna rêkarên yasayî da ku tu alî nikaribe bi penaberên Sûrî re bi awayekî ku mafên wan binpê bike serederiyê bike, bi taybetî dema pabendbûna wan bi yasayên Libnanî û pêkneanîna ti karekî ku ziyanê bide dewleta Libnanê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
05 mijdar 2024