Dayîka zaroka bi navê Şêrîn Ebdulbarî ya ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve hatiye revandin, daxwaz kir ku zaroka wê lê vegerînin û wê bi neçarî nekin leşker û navêjin nav operasyonên leşkerî, çi li Sûriyê û çi li derve be.
Zaroka bi navê Şêrîn Ebdulbarî, di sala 2011an de li bajarokê Tirbespiyê yê ser bi bajarê Qamişlo ve ji dayik bûye, û temenê wê 13 sal e, berî nêzî 20 rojan ji aliyê çekdarên PYDê ve hatiye revandin.
Dayîka zarokê ku navê wê Emal Hesen e di vîdyoyekê de ku bi riya Tora Medyayî ya Rûdawê hatibû belavkirin de, diyar kir ku berî 22 rojan piştî ku zaroka wê Şêrîn ji malê derketiye têkiliya wan pê re nemaye.
Hesen got ku serkirdeyeke jin ji nav rêxistina PKKya terorît hatiye serdana wan û ji wan ra gotiye ku zaroka wan Şîrîn “soza xwe daye ku bibe serkirdeyeke leşkerî.”
Human Rights Watch di heyva cotmeha bûrî de raporek weşandiye, tê de piştrast kiriye ku milîsên PYD yên terorîst berdewam in di revandina zarokan û leşkerkirina wan de û nahêlin ew têkiliyê bi malbatên xwe re bikin.
Saziya Mafnasî ji ser zarê lêkolînerekî kurdê Sûrî ê di warê mafên mirovan de kar dike, veguhestiye ku bi sedan haletên leşkerkirina zarokan li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine belgekirin û got: Milîsên PYDê yên terorîst, piştî leşkerkirina zarokan û dûrxistina wan ji malbatên wan, “bi kêmî ve du mehan wan dixin bin rahênaneke îdyolojî ya giran de, û paşê wan vediguhêzin ji bo tevlêbûna yek ji komên çekdar, û hinek ji wan perwerdeya leşkerî li ser destên Partiya Karkerên Kurdistanê ya (terorîst) li Çiyayê Qendîlê li Iraqê dibînin.”
Hevbendiya Niştimanî Sûrî tekez kir ko Grûpa Kar ya Cezîre û Firatê, berdewam e di şopandina kampaniyên revandin û girtinê de yên ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve bi armanca leşkerkirina bi darê zorê pêk tên, û ew yek ji wan fakterên ku dibin sedema valakirina deverê ji xelkên wê ye.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko nebûna fişareke rasteqîn li ser milîsên PYDê yên têrorîst li navçeyên di bin kontrola wan de, sedema sereke ye ji berdewamiya revandin û leşkerkirina zarokan ra, û hişyarî da derbarê metirsiya berdewamiya van operasyonan li ser ewlehî û aramiya Herêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî