Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi biryara dirêjkirina dema Komîteya Lêpirsînê ya navdewletî bo maweyê salekê anî ziman, û tekezî li ser giringiya berdewamiya karên lêpirsînê di tawanên rijêmê de û şopandina hemû binpêkirinan kir, û tekez kir ku saziyên Hevbendiyê dê di hevkariya li gel Komîteyê de berdewam bin, daku di karê ku pê radibe de serkeftî be.
Hevbendiya Niştimanî cextê li ser giringiya biryara dawîn ya ji hêla Encûmena Mafên Mirovan ya girêdayî Komela Giştî ya Netewên Yekbûyî derketiye kir, û daxwaza avêtina hemû pêngavên piratîk ên gengaz bo cîbicîkirina biryarê û piştgiriya mîkanîzma sizadana navdewletî û bidawîkirina rewşa rizgariya ji sizayan li sûriyê kir. Her weha rawestandina binpêkirinên berdewam dermafê sivîlan û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku raporê amade kirine û bi hûrbînî ew binpêkirin diyar kirine
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya avakirina mîkanîzmeke navdewletî bo pêkanîna dadweriyê dijî tevaya pinpêkiriyên mafên mirovan nemaze li sûriyê kir, û cextî li ser giringiya tiştê ku di raporê de hatine derbarê tawanên îşkencekirin û koçberkirinê kir, her weha diyarkirina ku rijêma Esed di ber bikaranîna çekên kîmawî de û bikêmanî di ber pêkanîna çekan di 32 boneyan de berpisyar e.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku tevaya saziyên Hevbendiyê pabendiyê bi yasayên mafên mirovan û yasaya navdewletî ya mirovahî dikin, û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî, û cextiyê li ser şopandina tevaya gilî û binpêkirinên pêk tên dike, ew jî di riya ofîsên xwe yên pispor û standina rêşûnên pêwîst daku yên di ber wan binpêkirinan de berpisyar in siza bikin, û tekezî li ser rêkarên pêwîst bikin, daku ew binpêkirin peyda nebin.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya xurtkirin û hevkarî û hevrêziyê di navbera Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan û Tîmê Lêpirsîn û Sizakirinê li gel saziyên navdewletî yên têkildar dike, daku bibe misogerî û alîkar be di bilindkirina rewşa mafên mirovan de li sûriyê û rê ji bo pêşerojê xweş bike, daku Sûriya bibe nimûneya rêzlêgirtin û parastina mafên mirovan li seranserî deverê û cîhanê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
31 adara 2021