Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Cîgira Serok Ruba Hebûş lidar xist, û encamên gera meydanî ya Hevbendiyê bo gundewarê herdu parêzgehên Reqa û Hisiçê berçav kirin, û behsa dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kirin.
Û Endamên Desteya Siyasî agahî li ser serdan û çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanî li herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî pê rabûye û hevdîtinên ku bi hejmarek ji rayedarên polîsên sivîl û polîsên leşkerî û encûmenên xwecihî û saziyê xizmetkariyê birin.
Û amadebûyan rewşa meydanî û operasyonên bombebaranê yên nû ji aliyê hêzên Rûsî ve dijî baregehên sivîlan li deverên rizgarkirî gengeşe kirin, û tekez kirin ku ew binpêkirineke diyar e ji lihevhatinên di navbera Tirkiyê û Rûsiya de hatine îmzekirin, her weha ji yasayên navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên taybet bo sûriyê re.
Û amadebûyan behsa encamên Kongirê Biroksilê yê bexişkaran kirin, û tekezî li ser giringiya wê ya awarte di dema belavbûna vîrosa korona de kirin, û cextî li ser giringiya ku dewletên beşdar pirosesa siyasî pêşde bibin kirin, û fişarê li ser rijêmê bikin, daku bighînin çareya siyasî ya rasteqîn li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewlretî û di pêşî de biryara 2254 û 218.
Û amadebûyan rapora ku Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan ya li ser rewşa girtiyên sûrî di zîndanên Libnanî de amade kiribû berçav kirin, û rapora karê Ofîsa Sendîke û Yakîtiyan û rapora Ofîsa Penaber û Derbideran yaku li ser rewşa kampan axiviye û hin serhejmariyên derbarê pêdviyên derbideran têde temaşe kirin.
Û amadebûyan kaxezên destûrî derbarê desteyên serbixwe û nemaze Desteya Niştimanî ya Jina Sûrî û Desteyên Ciwanan û Werzişê gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî