Emîndariya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro, workşopek li ser desthilata dadweriyê û serbixwebûna wê li Sûriyê li baregeha Hevbendiyê lidar xist, û têde behsa arîşeyên destûrî û yasayî yên dikevin riya desthilata dadweriyê de û awayên çareserkirina dadwerîyê û pêkanîna serbixwebûna wê axivîn.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Ebdulbasit Ebdulletîf rêvebirina workşopê kir, û Dadwer Mustefa Elqasim pêşkêşiya wê kir, û têde Endamên Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Yehya Mektebî û ji Endamên Desteya Giştî Ednan Rehmon û Ehmed Şihadî beşdar bûn, her weha ji aliyê dadweran ve birêz Ebdulrezaq Elhusên û Ednan Elwês û Cumee Eldibês Elinizî û ji aliyê parêzeran ve Tariq Elkurdî û Diktor Ehmed Qenot û Samir Teleb beşdarî kirin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê got ku têkçûna destûrî û siyasî ya ku sûriyê derdeseriya wê bi dirêjiya bidehsalên ku rijêma Esed li ser desthilata welêt e dikşîne , bandorên wê yên bobelatî li ser dadweriyê û serbixwebûn û pakbûna wê hebûn, lewra karekî rêkûpêk divê bo derxistina nerîneke çaksazî ya tam di warê yasayî û destûrî de bo karûbarê dadweriyê li sûriyê.
Û Emîndarê Giştî got ku pêkanîna pirensîpa serweriya yasayê û rawestandina bizavên reva ji ceza û sizakirinê û rêzlêgirtina maf û azadiyan ta bighêje pêkanîna wekheviya hevwelatîbûnê, ew daxwazên sereke yên şoreşa sûrî ne piştî rûxandina rijêma tawanbar.
Û amadebûyan giringtirîn astengîyên rastî serbixeerbûna dadweriyê li sûriyê tên nemaze piştî ku desthilata cîbicîkar zordarî li ser desthilata dadweriyê pêkanî, û gelek aliyên ku karê dadweriyê li kêleka desthilata dadweriyê dikin peyda bûn, wek dadgeha awarte, Her weha mersûmên teşrîşî û yasayên ku nahêlin dadweriya normal bi karê xwe yê dana biyaran rabe û dadweriya leşkerî destwerdanê tê de dike, an rê nade kesên ziyan li wan bûye berê xwe bidin dadweriya normal, û kêşeyên desttêwerdana hundir karûbarê dadweriyê û lewazbûna bêalîbûnê di dadweriyê de, û hindikbûna hejmara dadweran û piştguhkirina pirsa wan û hiştina wan dadweran di rewşeke lewaz de di warê darayî û derûnî de, ji aliyê rijêmê ve daku rê ji gendeliyê re veke gengeşe kirin.
Û beşdaran di workşopê de hejmarek pêşniyar û temînî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û dabînkirina serbixwebûna desthilata dadweriyê pêşkêş kirin, û li ser nehêlana dsetdirêjiyê di dadweriyê de axivîn, her weha bêalbûn pêk were û aliyên dadweriyê bibin yek, û li ser lidarxistina hevdîtineke dahatî bo temamkirina mijarên hatine behiskirin lihev kirin, daku wan babetan zengîn bikin bo gihîştina nivîseke çaksazkirina berfireh ya desthilata dadweriyê bo sûriya pêşerojê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî