Di çarçoveya hevdîtinên ku Hevbendiya Niştimanî li gel Encûmena Niştimanî ya Kurd lidar dixe, Hevbendiya Niştimanî civînek bi amadebûna Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Uqab Yehya û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Hevrêzkarê Komîteya Partiyan di Hevbendiyê de Ebdellah Gedo û Hevrêzkarê Sendîkeyan di Hevbendiyê de Ebdilmejîd Berekat lidar xist.
Û di civînê de ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd ji dûr ve pirêz Mihemed Ismaîl û Silîman Oso û Fêsel Yusif amade bûn.
Û civîngeran tekezî li ser giringiya van hevdîtinan di xurtkirina têkliyên biratî di navbera Hevbendiyê û Encûmenê de ya ku ji pêkhatên Hevbendiyê yên sereke ye kirin.
Û amadebûyan behsa hejmarek ji xalan kirin, wek mijara endamtiyê di Hevbendiyê de û daxwaza guhartina hin endaman di Encûmena Niştimanî ya Kurd e bi hêviya ku di nav wan de jin jî hebin, û li ser pirosesên çaksaziyê yên ku Hevbendiya Niştimanî di cûrbecûr waran de pê radibe axivîn. Her weha behsa belgeyên ku Hevbendiyê deranîne û giringî dan deverên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî rêvebiriya wê dike û giringiya beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd di çalakî û karên ku Hevbendî li cûrbecûr bajarên deverên rizgarkirî pê radibe kirin.
Û amadebûyan cextî li ser giringiya zanîna ketwarê wan deveran ji nêz ve û giringiya vegera xelkên wan welatiyên kurd jî tê de bo deverên xwe di rewşeke aram de kirin, her weha pêwîatiya vegerandina malûmilkan bo xwediyên wan, û tevaya cûreyên binpêkirinên ku ji hêla hin kesan ve pêk tên an ji hêla aliyên ku ziyanê di riya kiryarên xwe re dighînin şoreşê pêk tên divê bêtin rawestandin.
Û amadebûyan bal kişandin ser pêwîstiya pêşkêşkirina nimûneya herî baş li van deveran, û tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina Komîteya Taybet bi Şopandina Binpêkirinan kirin, her weha pêşkêşkirina lîsteyên bi navê malbatên ku dixwazin vegerin deverên xwe yên resen bi awayekî li dû hev, çi li Efrînê be an li Ezaz û Serê Kaniyê be an deverên din be.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya kartêkerkirina hevdîtinên weha li gel Encûmena Niştimanî ya Kurd kir, di riya xurtkitina pêwendiyên berdewam re, û agahdarkirina Encûmen derbarê pêşketinên di hemû waran de dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî