Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, piştgiriya biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî L.52 dike, ya di bin navnîşana “Avakirina mîkanîzmeke herdemî bo gengeşeyê di Komeleya Giştî de, her dema ku VETO di Encumena Ewlekariyê de bikar bê”, ya ku ji hêla Liechtenstein ve hatiye pêşkêş kirin, yaku destûrê dide Komeleya Giştî ku di navbera deh rojan de bicive, her ku mafê retkirinê VETO di Encumena Ewlekariyê de ji hêla yekê ji pênc dewletên xwedanên wî mafî ve bikar bê.
VETO di dirêjiya salên bûrî de, bûye çekekî Rûsî Çînî daku pê berevaniyê di ber berjewendiyên xwe û hevbeşên xwe de dijî xwîna bêgunehan li Sûriyê bikin, û li şûna ku amûrekî aştiyê be, bibû alava Tawana ku rijêma Esed û Rûsiya û Îran dermafê gelê Sûriyê pêk tînin, ji ber ku 16 caran ji aliyê Rûsiya ve bikar hatibû, ji bo ku rijêma tawankar ji çi lêpirsîn û sizayan biparêzin.
Bêhtir ji deh salan e, civaka navdewletî nikare aştiyê li Sûriyê bisepîne, û rijêma Esed li ser tawanên cengê yên belgekirî yên ku hemû dizanin ku dijî gelê Sûriyê pêk anîne siza bike, û rola civaka navdewletî tenê pakkirina rewşa mirovahî ya koçberan e, û daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê û rizgariya ji rijêma ku xwe dispêre qirkirinê bo bêdengkirina rikberan piştguh dike, û cîhanê tevî li nimûneya tawanan di komkujiya taxa Eltedamun a Şamê bi çavê serê xwe temaşe kir.
Û Netewên Yekbûyî nikaribû ku bihêle rijêma Esed yek kesî ji bisedhezarên girtîyên di qesabxaneyên xwe yên mirovan de yên ku rojane derdeseriya tundtirîn cureyên îşkencê dikşînin derîne, jiber vê yekê saziya navdewletî hewcedarî çarekirina sîstem û zagonên xwe ye, bo pêkanîna armancên ku ji bo wan hatiye damezrandin, û yek jê bendkirina bikaranîna VETO ye, da nehêle VETO weke çek di kuştina gelan û serkutkirina vîna wan de bikar were.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, piştgiriya hemû biryarên ku alîkariya mirovatiyê û bizavên belavkirina aştiyê li cîhanê dikin dike, nemaze li Sûriyê yaku hîn rastî terora rijêma Esed û hevalbendên wê tê, û tekez dike ku bidawîanîna tirajîdiya sûriyan bi sizakirina rijêma Esed li ser tawanên wê û piştgiriya pêkanîna veguhastina siyasî ya tam li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî ve girêdayî ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 nîsan 2022