Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî piştgiriyê dide biryara navdewletî ya ku daxwaza vekişîna Rusya ji Okraynayê bi awayekî bilez û bê şert û merc dike, ya ku ji aliyê Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî ve hatiye pesendkirin, hevdem li gel derbasbûna salekê di ser destpêka êrîşa Rusya li ser Okraynayê re. Û Hevbendî daxwaza standina rêşûnên zêde ji bo bendkirina tevgera Rusya û hevparên wê di tawanan de (rijêma Esed û Îran) li Okrayna û Sûriyê dike.
Tawanên dubare yên mîna hev yên ku ji aliyê Rusya û hevparên wê ve hatine pêkanîn, hewcedarî bizavê ne ji civaka navdewletî da xwe bike yek û biryaran ji bo misogerkirina têkbirina sîstema tawankariyê ya ku bisedên hezaran kes li Sûriya û Okraynayê kuştine û bi milyonan koçber kirine bistîne, ji ber ku berdewamiya vê sîstemê rê li ber wê vedike ku terora xwe belav bike, û aştî û ewlehiya navdewletî bixe bin gefê de.
Hevbendî daxwaz dike ku ti cudahî di navbera komkujiyên ku Rusya li Okrayna pêk anîne û yên mîna wê yên li Sûriyê pêk hatine çênebe, ji ber ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku bi berpisyariyên xwe yên derbarê gelê Sûriyê pabend be, û fişarê bi awayekî kartêker bike ji bo rizgarkirina Sûriyan ji tirajediya dirêj ya ku rijêma Esed û Rusya û Îranê peyda kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
24 sibat 2023