Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li çalakiya ku îro li Stanbolê bi amedebûneke navdewletî ya berfireh li dar ket, ya taybet bi ronîkirina bandorên erdheja wêranker li bakurê Sûriyê, şiroveyek pêşkêş kir, û tekez kir ku trajediya gelê Sûriyê li ser destê rijêma Esed ji sala 2011an ve dest pê kiriye, û erdhejê ev êş zêdetir kir.
Û Elmislit li ser encamên erdheja wêranker li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê axivî, û tekez kir ku ev dever zêdetirîn devera Sûriyê ya ku ziyan ji erdhejê dîtye ye, û ji berê de nêzîkî du milyon kes li vê veverê di çadiran de dijîn, bi sedema tawanên ku li dijî wan ji hêla rijêma Esed û hevalbendên wê ve hatine pêkanîn.
Û Elmislit got: “Qebareya bobelata ku hatiye serê me mezin e, û ev yek berpirsiyariyê du taq dike, û me dixe pêşberî rojên dirêj ên xebata bênavber”. Û tekezî li ser girîngiya bilezkirina çaksazkirina tiştên ku erdhejê wêran kirine kir, û dît ku heye derengmana di nûavakirina binesaziyê li deverên Sûriyê yên ziyan dîtine de, bandorê li tenduristiya kesên rizgarbûyî, nemaze zarok û jin û kal û pîran, bike.
Û Elmislit bal kişand ser ziyanên mezin ên ku Sûriyên li başûrê Tirkiyê dîtine, yên ku li gorî raportan zêdetir ji şeş hezar kes ji wan hatine kuştin û bi sedên hezaran ziyan dîtine, ev yek hewcedara bersivdanê ye ji bo dabînkirina alîkariyên hawarçûnê û parastina jiyanê, ku piraniya wan nema Karin kêmtirîn pêdawîstiyên saxmanê peyda bikin.
Û Elmislit daxwaza hevgirtin û hevkariyê ji Sûriyan kir, û ku ne tenê di qonaxa dabînkirina penagehan û alîkariyên hawarçûnê û rizgarkirina kesên di bin kavilan de rawestin, û ev hevgirtin heta piştî şoka karesatê jî berdewam be, û bang li civaka navdewletî kir ku alîkariyên navdewletî yên bilez ji bo dabînkirina pêdiviyan pêşkêş bike, û amaje bi wê yekê kir ku nabe piştevaniya navdewletî tenê bi pêşkêşkirina alîkariyan bo kesên ku ji ber bobelata erdheja wêranker ziyan dîtine be, lêbelê divê planeke rasteqîn a dewletên kartêker û rêxistinên navdewletî bo bakurê Sûriyê piştî erdhejê jî hebe.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî dît ku xwenêzîkirina rijêma tawankar bi behaneya erdhejê û alîkariyên mirovî, ji ziyanê pêve nagihîna wan dewletan, ji ber ku armanc û meremên pîs li bal vê rijêm hene û ew beşek ji ajandeya xerab û kîndar a Îranê ye, û tekez kir ku bobelat û wêraniya ku rijêma Esed di 12 salên bûrî de çêkiriye, ji 100 erdhejên bi hêza 10 pileyan li gorî pîvera rexter mezintir e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî