Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyariyê dide ku biryara rijêma Esed a derbarê hiştina derbasbûna alîkariyên Netewên Yekbûyî bi rêya dergehê Bab Elhewa bo dema 6 heyvan, biryareke xapandinê ye, ji ber ku ew dever ne di bin kontirola rijêma Esed de ye, û rijêm ti awayên desthilatdariyê li çi devereke azad li Sûriyê nake, û ev biryar ne ji pirensîpeke mirovî dertê, lêbelê ew li gorî helwesta Rusya ye di Encumena Ewlekariyê de, ya ku têra pêdviyên sûriyan ji aliyê mirovî ve nake.
Rijêma Esed berpirsa sereke û rasterast e di ber koçberkirina bimilyonan Sûrî de, û nikare ti xizmetguzariyên mirovî ji wan re pêşkêş bike, nemaze ku ew hîn hewl dide ku wan bi awayekî berdewam di rêya bombebarankirina dubare bi alîkariya hevalbendên xwe yên Rus û Îranî re wan bikuje, ji bilî ku rijêma Esed xwediya doseyeke tawankarî û hovîtiyê ye, di armanckirina tîmên karê mirovî de, û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, kuştina nêzîkî 1,000 xebatkarên mirovahî, û girtina nêzîkî 4,000 xebatkarên din (di navbera 2011 û 2019) serjimar kirine.
Rijêma Esed û Rusya, li rex rêbaza tawankarî dermafê gelê Sûriyê, xwe dispêrin keysbaziya siyasî û veguhertina dosyaya mirovî bo dosyeke danûstandinan, da ku destkeftên siyasî li ser hesabê Sûriyan û zarokên wan û tirajîdiya wan pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî daxwaza dabînkirina pêdviyên sûriyan û standina tedbîrên pêwîst û bilez ji bo derbaskirina VETOyê Rusya û dîtina rêyeke berdewam ji bo gihandina alîkariyên mirovî dike, û hişyariyê dide ku rizgarkirina Sûriyan ji tirajediya mirovî dê ne tenê bi pêşkêşkirina alîkariyan be, lêbelê dê di rêya pêkanîna veguhestina siyasî li gorî biryara 2254an be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
15 tîrmeh 2023