Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ruba Hebûş, îro beşdarî di çalakiya heftemîn salvegera hewldana guhertina desthilatê bi kotekî ya têkçûyî li Tirkiyê, ya ku li balyozxaneya Tirkiyê li bajarê Birag yê Çîkî li dar ket kir, û di çalakiyê de rêz û hurmet ji lehengên gelê Tirkiyê yên ku canê xwe kirine Qurbana demoqrasiyê diyar kir.
Û Hebûş ya ku di şeva derbeya têkçûyî de li bajarê Stanbolê bû, li ser kêliyên wê şeva tirsnak axivî, ji ber ku dîdevana bûyerê bû û dengê balefirên cengê yên li asîmanê bajêr digeriyan bihîst.
Û Hebûş di gotara xwe de got ku dema wê bihîst û dît ku gelê Tirkiyê bi awayekî komel daketin kolanan û dengê xwe bo demoqrasiyê bilind kirin, wê hingê hêminî kete dilê wê, ji ber ku gelê Tirkiyê dijî tangan rawestiya, û hewldana derbeyê têkbir, û Hebûş rêzgirtina xwe ji gelê Tirkiyê yê ku demoqrasiya Tirkiyê parastiye re anî ziman.
Û Hebûş bal kişand ser ku em wek Sûrî me nirxekî mezin bo bidestxistina demoqrasiyê daye û hîn jî didin, çimkê nirxê demoqrasî û azadiyê biha ye, û bal kişand ser wê yekê ku sûriyan di rêya serborên xwe yên kesayetî re, baş dizanin ku dema artêşek gelê welatê xwe bombebaran bike, wek ku rijêma Esed kiriye û Sûrî bombebaran kirine tê çi wateyê, berûvajî artêşa Tirkiyê ya ku sivîl parastin û berevanî di ber azadiya wan de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî