Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Selîm Idrîs, tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi hemû şiyanên xwe li ser şopandina rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê kar dike.
Û Idrîs di daxwiyaniyên taybet de îro got ku Hevbendiya Niştimanî li ser karê bo çareserkirina kêşeyên penaberên Sûrî heta ku ji destê wan tê berdewam e, bi riya hevdîtina bi berpirsên Hikûmeta Tirkiyê re, çi di civînên ku di navbera Serokatiya Hevbendiyê û Tirkiyê de çêdibin, an jî bi rêya komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş re be.
Û Idrîs bal kişand ser civînekê ku di çend rojên bûrî de di navbera Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û aliyên fermî yên Tirkiyê de pêk hatiye, û têde giringtirîn mijarên taybet bi penaberên Sûrî yên li Tirkiyê hatin gotûbêjkirin, her weha dabînkirina hêsankirinan ji bo wan û rewakirina niştecîbûna wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî