Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, tekez kir ku hêzên rijêma Esed piştî ku negihîştin armancên xwe, tevî gurkirina leşkerî ya ku nêzîkî du hefteyan li derdora bajarê Tefas li gundewarê rojavayê Daraa berdewam kir, dest bi tolhildana dijî malan û çavkaniyên enerjî û avê kir.
Û Elasimî îro di daxwiyaniyin taybet de, got ku rabûna hêzên rijêmê bi teqandina malan û piraniya bîrên avê li deştên çandiniyê û wêrankirina zeviyên çandinê berî ku ji derdora bajarê Tefesê duh berbanga yekşemê vekşin, asta berdewamiya kîna rijêmê piştrast dike, û ku ew bi mebest xelkê birçî dike, û avê ji ser wan dibire, da ku wan neçarî xweradestkirinê bikin.
Û Elasmî bal kişand ser ku têkçûna hêzên rijêmê di xistina bajarê Tefesê li gundewarê Deraayê di bin destê xwe de, hişt ku bi van awayên teroristî tev bigere, yên ku rijêmê mîna wan di deverên Sûrî yên dîtir de piştî têkçûna leşkerî pêk anîne.
Û Elasimî tekez kir ku tawanên ku rijêmê li ser tevaya xaka Sûriyê pêk tîne, dê bandorê ne tenê li ser nişteciyan bike, lêbelê ew ê li ser paşeroja welatê ku wêran kiriye û şewitandiye û alavên jiyanê tê de bidawî aniye, bike.
Û Kombûna Horan ya Azad, tekez kiribû ku hêzên rijêma Esed berî vekişîna ji derdora bajarê Tefasê, 11 malên sivîlan li deştên çandiniyê yên başûrê bajêr teqandin, ji bilî teqandina bircên Eletrîkê yên ku kehrebê didin bîrên avê yên li herêma çandiniyê yên ku ji bajarokê Elyadûdê dighêjin bajarê Tefasê.
Tê zanîn ku bajarê Tefasê rastî gurkirineke leşkerî hat, û di sêyê vê heyva tîrmehê de, helmetê dest pê kir, û ev cara sêyem e ku rijêma Esed helmeta xwe ya leşkerî li dijî bajar û xelkê wê ji sala 2018an ve pêk tîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî