Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe anî ziman bi bizavên Emrîkayê yên derxistina biryarekê bo nehêlana normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed, û berfirehkirina yasaya Qeyser, û danpênedana bi çi hikûmeta ku tawankarê cengê Beşar Esed serokê wê be, û Hevbendî balê dikşîne ser giringiya çespandina biryarê da ku bi awayekî lezgîn di dema lezbûna operasyonên normalkirin û vegerandina têkliyan li gel rijêma Esed de, derbasî warê cîbicîkirinê bibe.
Hevbendiya Niştimanî piştgiriya çi biryarên ku Karin fişarê li rijêma Esed û piştevanê wê bikin dike, û ji Emarîkayê û civaka navdewletî daxwaza xurtkirina kar ji bo kartêkerkirina dadpirsînê û misogerkirina rizgarnebûna rijêma Esed ji sizayên di ber tawanên cengê yên curbecur de yên ku dermafê gelê Sûriyê pêk anîne dike.
Operasyonên normalkirina têkliyan xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê nakin, û ne piştgiriya daxwazên wî dikin, û ne jî xizmeta berjewendiyên dewletên bira dikin, û dê kiryarên rijêma Esed ên ji bo jinavbirina ewlehî û aramiya dewletên dost û bira zêde bikin, û dê rijêm li wan binere wek parastina ji sizayan û rizgarbûna ji dadpirsînê, û ev yek giringiyek mezintir dide biryara Emrîkayê di vê qonaxê de.
Hevbendiya Niştimanî ji tevaya dewletan daxwaza birrîna têkiliyan bi rijêma tawankar re, û piştgiriya gelê Sûriyê di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re nemaze herdû biryarên 2254 û 2118 dike, û ji wan dixwaze ku bizaveke cidî bo pêkanîna veguhastina siyasî bikin, û demê winda nekin bi dana derfetê ji rijêma Esed re, da bi hîlebaziyan xwe bihêz neke û ji sizayan nereve.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 gulan 2023