Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi nûnerê Îtalya bo Sûriyê Stefan Ravgnan re civiya, û bi hev re pêşhatên siyasî û meydanî yên girêdayî dosya Sûriyê gotûbêj kirin.
Û Cîgirê Serok Ebdulehad Istêfo û endamê Desteya Siyasî Yehya Maktebî di civînê de beşdar bûn.
Û Şanda Hevbendiyê li gel Nûnerê Îtalî behsa rewşa penaber û derbiderên Sûrî kir, û ji Şanderê Îtalî re diyar kir ku vegera penaberan ya ewle bi hebûna rijêma Esed negengaz e, ji ber berdewamiya danûstandina hovane bi sûriyên vegiryane re, û eşkere kir ku gelek ji penaberên ku bi darê zorê ji Libnanê hatin dersînorkirin, rastî girtin, çewisandin û îşkenceyê hatine.
Û di civînê de, Elmislit tekez kir ku berdewamiya derdeseriya mirovî ya gelê Sûriyê, bi sedema rijêma Esed û hevalbendên wê ye, ji ber ku binpêkirinên wê ji berî bêtir ji 12 salan de berdewam in, bêyî ku viyaneke navdewletî ya rasteqîn û berçav ji bo dadpirsîna rijêmê hebe.
Û Elmislit got ku rijêma Esed pabendiyê bi proseya siyasî nake, ji ber ku wê ji salên destpêkê yên şoreşê ve ji bo astengkirina çareseriya siyasî kar kir, û dest bi operasyonên leşkerî yên hovane kir, yên ku bûn sedema wêrankirina welêt û kuştin û koçberkirina sûriyan.
Û Serokê Hevbendiyê bal kişan ser pêwîstiya pêkanîna aramiyê li Sûriyê di rêya veguhestina siyasî ya li gorî biryara 2254 re, û diyar kir ku aramiya Sûriyê dê bibe egera aramiya gelek dewletên cîhanê, û sivikkirina qeyranên wan.
Û Elmislit amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e dewletên Ewropî û Amerîka piştevaniya proseya siyasî bikin, û giringiyê bidin dosya Sûriyê, ji bo pêkanîna daxwazên gelê wê yê ku daxwaza aştiyê û peydakirina demoqrasî û jiyana bi rûmet dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî