Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ko bombebarana tund a rêjîma Esed li ser bajarokê Kenakir li gundewarê Şamê, ya malên sivîlan kirin armanc û di encamê de pênc sivîl hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûne, berdewamiya rêbaza tawankarî ya rejîmê di danûstandina bi gelê Sûriyê re ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî diyar dike ku pêwîst e civaka navdewletî li hember tawan û binpêkirinên rêjîma Esed bêdeng nemîne, ji ber ku ew tawanên xwe yên li dijî sivîlan berdewam dike ku ya herî dawî bombebarankirina bajarokê Kenakir bi top û çekên giran bû, bi sedema nerazîbûna ciwanên bajarok ji girtina xelkên wî ji aliyê rêjîmê ve.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko rêjîma Esed reftar û serederiya xwe ya tawankarî neguhertiye ji dema ku dest bi kuştin, girtin û windakirina Sûriyan ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de kiriye. Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko Sûriya bi hebûna rêjîma Esed ne ewle ye û ne jî ewle û guncaw dibe ji bo vegera penaber û derbideran bo malên wan, û çareseriya berdewam li Sûriyê bi riya siyasî ye li gor bicîkirina tam ji biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 (2013) re, bi awayekî ku daxwazên Sûriyan ên azadî, demokrasî û dadmendiyê ên ji bo wan fedakarî kirine pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û peywendiyan
03 tîrmeh 2024