Girûpa Kar a Partî û Şepêlên Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de, hejmarek ji partî û tevgerên siyasî yên Sûriyê vexwendin ku roja duşema bê 8ê tîrmehê di civîneke rawêjkarî de beşdar bibin, ji bo gotûbêjkirina rewşa penaberên Sûriyê li Tirkiyê.
Di civînê de dê rewşa penaberên Sûriyê li welatên penaberiyê bi taybetî bûyerên vê dawiyê yên li dewleta Tirkiyê li bajarê Qeyserî pêk hatin û pêşhatên ku li bakurê Sûriyê peyda dibin, her weha gotûbêjkirina pêşhatên siyasî yên girêdayî dosya Sûriyê li deverê di civînê de bên gotûbêjkirin.
Girûpa Kar a Partî û Şepêlên Siyasî hewl dide ku hevkarî û hevahengiyê bi partî û tevgerên siyasî yên Sûriyê re zêde bike, û bi wan re bişêwire derbarê pêşhatên dawî di dosya Sûriyê de bi armanca dîtina nêrîneke hevbeş ji bo serederiya bi mafên siyasî yên di demên bên de re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî