Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku sîstema tawankarî li Sûriyê bi serkêşiya Rûsiya, rijd e li ser terora xwe ya dermafê sivîlan û têkdana aramiyê li deverên rizgarkirî, ji ber ku bombebarankirina wê ya asmanî li ser gundewarê Idlibê ya ku zêdetir ji milyonek koçber dihewîne berdewam e, û îro jî deverek tijî xelkê koçber li nêzîkî gundê Kelbit li gundewarê Idlibê yê bakur nêzîkî sînorê Tirkiyê bombebaran kir, û di encamê de hejmarek ji sivîlan birîndar bûn.
Berdewamiya bombebarana firokeyên Rûsî ji deverên rizgarkirî re, hevdem li gel nêzîkbûna heftemîn salvegera dijminkariya wê ya leşkerî li ser Sûriyê, nîşana berdewamiya Rûsiya di rêbaza xwe ya hovane dijî sivîlan de ye, yaku li ser bingeha bombebarankirin, kuştin û wêrankirina binesaziyê da jiyana sivîlan li deverên rizgarkirî pûç bike ava bûye, ew jî heman rêbaza ku rijêma Esed bikar tîne ye.
Berdewamiya bombebarana firokên Rûsî ji sivîlan re û pêkanîna tawanan dermafê wan, tekez dike ku gotinên Rûsya yên derbarê piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê derew in û rastiya wan tune ye, ji ber ku ji roja yekem a destwerdana wê di Sûriyê de, bi bombebarankirina hovane û piştgiriya operasyonên leşkerî bo berjewendiya rijêma Esed dest pê kir, û xwe sipart çareya leşkerî ne ya siyasî.
Kiryarên dijminkarî yên Rûsiya li Sûriya û Okranyayê kirine, hewcedarî livekê ne ji civaka navdewletî ku Rûsya û hevalbendên wê (Rijêma Esed) ji tevaya civakên navdewletî dûr bixin, û ti platformê bo wan di Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî de terxan nekin, û sînorekî li pêş zordariya Rûsiya û tawanên wê yên berdewam deynin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
27 îlon 2022