Girûpa kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, diyar kir ku alavên ewlekariyê yên rijêma Esed hejmarek ji kesên Sûrî û Filestînî yên ku di bûyera noqbûna keştiya ku li hember perava Tertûsê de nemirine, bi bihaneya ku navên wan li bal amûrên ewlekariyê bo leşkeriya neçar heye, girtin.
Û Girûpa Kar ji jêderên xwe yên taybet agahî ji hundir nexweşxaneya Basil ya li Tertûsê wergirtine, tekez dikin ku amûrên ewlekariyê hin kesên ku di bûyera noqbûna keştiyê de nemirine girtine, û got ku hejmarek ji wan kesên ku bi wan re lêpirsîn çêbûye Filestînî bûn.
Û “Grûpa Rizgarkirinê ya Yekgirtî” a taybet bi wergirtina bangên hawerçûnê ji koçberên ku xwe li dewletên Yekîtiya Ewropî digrin, hişyarî da derbarê çarenûsa metirsîdar yaku dibe ku jiyana hin kesên ji keştiya li hember perava Tertûsê binav bûye rizgar bibûn têxe bin metirsiyê de.
Û Girûpa Rizgarkirinê, girûpeke taybetmend e bi alîkariya koçberan li seranserê cîhanê, tirsa xwe ji wê yekê anî ziman ku dezgehên ewlekarî yên rijêma Esed rizgarbûyên ji bûyera gemiya koçberan bigire, û wan îşkence bike, nemaze ji ber ku piraniya wan penaberên Sûrî yên ku li Libnanê dijîn e, ew kesên ku derya û rûbirûbûna mirinê ji vegera bo welatê xwe çêtir dîtine.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, got ku girtin û îşkencekirin reftareke sîstematîk e li bal rijêma Esed, û ew yek ji alavên wê yên tepeserkirinê ye, yên ku rojane dijî sivîlan pêk tîne, û nikare vê reftarê biguherîne, çendî li pêşiya civaka navdewletî xwe nerim diyar bike, an mersûmên derw yên ku ne hêjane diwêta ku pê hatine nivîsîn derîne.
Û Berekat tekez kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku kar li ser sizakirina berpirsên tawanan li Sûriyê bike, û xwe nespêrin vê rijêmê, an rêkeftinên bi dizî pêre li ser pilan û pirogramên ronahiyê nabînin û çarenûsa wan têkçûn e nekin, û cextî li ser veguhestina siyasî ya ku di biryarên navdewletî de hatiye kir, ji ber ku ew take-garantî ye bo vegera aramiyê li Sûriyê û tevaya deverê, û garantiya aştî û ewlehiya navdewletî ye.
Hêjayî gotinê ye ku keştiya ku ji peravên Libnanê, roja sêşema bûrî, ber bi peravên Ewropayê ve bi rê ketibû, li peravên bajarê Tertûsê binav bû, û Emîndarê Giştî yê Desteya Bilind a Hawarçûnê li Libnanê duh ragihand ku hejmara qurbaniyên binavbûna keştiyê gihîştiye 94 kesan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî