Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, şêweyê danûstandina nemirovane ya desthilatên Yonanistanê bi kesên mafê penaberiyê xwestine re şermezar kir, û tekez kir ku binavkirina keşteyên penaberan li peravên Yonanistanê dighê asta tawanên cengê, û dijî rêkeftina cinêvê ya sala 1951 ya derbarê penaberan e, ku serederiya bi penaberan re li dewletên ku tê re derbas dibin divê li gor yasayên wê be.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî, diyar kir ku desthilatên Yonanistanê tawanan dermafê kesên mafê penaberiyê xwestine pêk tîne, û dît ku bi dehan rapor hene ku rabûna hêzên Yonanistanê bi karê binavkirina keştiyên penaberan ku bûye sedema mirina bidehan ji wan belge kirine.
Û Elasimî got ku penaberên ku rizgar bûne û hejmarek jê gihiştine dewletên Ewropayê li ser bi dehên bûyerên dubarekirî yên ku raporan belge nekirine û cihên mafnasî tomar nekirine diaxivin, û got ku ev yek cihê metirsiyê ye, û berpisyariyeke mezin datîne ser milê Netewên Yekbûyî û karsiparteya bilind ya karûberê penaberan, da ku bi erkên xwe bi awayekî yekser rabe, ji bo parastina penaberan û nehiştina dubarekirina bûyerên weha.
Û Elasimî daxwaza liveke lezgîn û yekser ji Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî û Yekîtiya Ewropa kir, ji bo rizgarkirina penaberan û parastina wan ji keşteyên Yonanistanê, yên ku bi awayekî hovane û nemirovahî bi penaxwazan re didin û distînin.
Û Ajansa Anadol got ku 6 koçberan, 4 ji wan zarok bûn, canê xwe ji dest dan, ji ber binavbûna keştiya ku lê siwar bibûn, û li hember perava Aywajik li îyaleta Çanakkaleyê bakurê rojavayê Tirkiyê noq bibû, û bal kişand ser ku dîdevanên koçberên ku rizgar bûne diyar kirin ku polîsên peravê yên Yonanistanê rê li pêş keştiya wan nîzîkî Girava Medelli girtin, û qeyika lastîkî teqandin û berve kenarên ava Tirkiyê ve dehfandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî