Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Milîsên PYDe yên terorîst di kiryarên xwe yên dijî deverên rizgarkirî berdewam in, piştî 10 rojan ji komkujiya ku li gundê Kuyt Elrehmê yê herêma Efrînê pêk aniye, milîsên PYDe duh çarşemê êvarî, taxên niştecihan li bajarê Ezazê li bakurê Helebê bombebaran kirin û şeş kes ji ber bombebaranê birînar bûn, 4 jin di nav wan de hebûn.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza rawestandina piştevaniya siyasî, leşkerî û locistîkî ji ser van milîsan dike, ji ber doseya wan ya berfireh ya binpêkirin û tawanên cengê dijî sivîlan li deverên rizgarkirî, herwiha hewla wan ya berdewam bo têkbirina aramî û ewlehiya deverên rizgarkirî.
Hevbendiya Niştimanî Artêşa Niştimanî ya Sûrî han dide ku bi tundî bersivê bide her kesê ku gef e li li ser ewlehiya deverên rizgarkirî, ji bo ku bibe rêgireke tund li pêşiya zêdegaviyên van milîsan, daku jiyana aram bo gelê Sûriyê yê azadîxwaz misoger bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
04 tebax 2022