Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, şiroveyek li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civîna wê ya normal ya xola 65emîn de yaku îro pêncşemê sibehê dest pê kiriye pêşkêş kir, û tekezî li ser pabendbûna bi pirensîpên şoreşa Sûrî ta daxwazên gelê Sûriyê yên rûxandina rêjîma Esed û bidestxistina azadî, rûmet û demokrasiyê pêk werin kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya lipaşxwehiştina nakokiyan û karkirina bi hev re ji bo gihiştina dewleteke dîmuqrat û piralî ku hemû xelkên wê bihewîne, û berjewendiyên tevaya pêkhat û cihêrengên olî û nijadî pêk werin kir.
û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina rola jinê û piştgiriya bihêzkirina wê di hemû warên siyasî, civakî û aborî de kir, û bal kişand ser ku jinên Sûriyê rolekî wan sereke di şoreş û têkoşîna Sûriyê de û xebata sûriyan bo azadî û rûmetê de hebû.
Û li ser rijdiya Hevbendiya Niştimanî li ser temamkirina pirojeya çaksazî û nûnertiya Sûriyan, û tevlêkirina kesayetiyên nû yên nûneratiya Revendên Sûrî û yekîtî, sendîka û çalakiyên şoreşgerî yên Sûrî bikin axivî, û diyar kir ku pilanek ji bo bihêzkirin û xurtkirina karê rêvebirî û komîte û ofîsan û tevlîkirina xwînên nû bo wan laşan di riya nûdabeşkirina endamên wan heye.
Elmislit bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hewil dide ku di rojên bê de serdan û civînên xwe bi saziyên şoreşa Sûriyê û çalakvanî û komelgehên Sûrî re zêde bike, û balê bikişîne ser pirsgirêkên ku rastî sûriyan tên li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê.
Û Elmislit bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya karê Desteya Danûstandinê ya Sûrî yaku Hevbendiya Niştimanî fraksyona herî mezin e têde, û giringîdana ku Deste li hemû kongir û komcivînên li ser Sûriyê têne lidarxistin beşdar bibe, daku berevaniyê di ber doza Sûrî de bike û daxwazên gelê Sûrî bicî bînin.
Û Tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî dê hevdîtinên xwe bi dewletên ku di dosya Sûriyê de xwedî bandor in xurt bike, û dê kar li ser pêşkêşkirina destpêşxerî û çareseriyan bo derxistina dosya Sûriyê ji xitimîna ku rêjîma Esed li ser disepîne bike, daku veguheztina siyasî ya tam li gorî biryarên navdewletî yên taybet bi pirsa Sûriyê û di pîşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî