Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser pirotestokirina xwe ya tam ji çi bêhurmetkirina ku ji asîmanê Sûryê re dibe dike, ji aliyê kê ve be, û di heman demê de cext dike ku rijêma tewankar berpirsyar e di ber vê yekê de ji ber ku wê serweriya sûriyê bênirx kiriye, û rê daye Îrana dagîrker ku Sûriyê ji xwe re bike meydana dijminkariya navdewletî û herêmî.
Ev ketwar nayê bidawîkirin ne di riya vegerandina serweriya Sûriyê û azadiya gelê wê re be, her weha avakirina sîstemekê ku hêviyên sûriyan pêk bîne û deranîna Îranê û tevaya milîsên bi ser ve ji yekîneyên terrorist bi navên wan ên corbecor ji ser tevaya xaka niştiman.
Her dem rijêm dagîkeriya Îsraîlê ji beşekî ji xaka Sûriyê re dike behane da rewşa awarte li ser gelê Sûriyê bisepîne û astengiyan jê re derbixe û azadiya wî jê bistîne û mafên wî talan bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
4 Tebaxa 2020