Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dijminkariya ku li bajarê Elra’î li gundewarê Helebê dermafê rojnamevanên Sûrî di dema karê wan ê şopandina mangirtinekê de li bajêr bi tundî şermezar dike û ji kok de red dike, û cextiyê li ser azadiya rojnamevanî û ragihandinê û mafê xwepêşandanên aştiyane ji hemû gelê Sûriyê re dike, ji ber ku ew mafekî bingehîn e ku Sûriyan ji bo wî serî hildan û qurbaniyên mezin di ber azadiyê û bi taybetî azadiya raman û derbirînê de pêşkêş kirine.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya vekolîneke bêalî derbarê bûyerê û gihiştina rastiyên wê dike, da di rêya dadweriyê re dadpirsîna kesên ku ev dijminkariya şermezarkirî pêk anîne bibe, û tekez dike ku ew li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî, ya ku daxwiyaniyeke şermezarkirinê derbarê vê bûyerê derxistiye û têde tekez kiriye ku wê dest bi rêşûnên lêkolînê yên pêwîst kiriye, dişopçnin.
Çênabe ku çi kes an rêxistin qubaniyên sûriyan beravêtî bike û wêneyê şoreşa wan ya gewre bişêwîne an wêneyekî şaş li ser deverên rizgarkirî yên Sûrî nîşan bide, û Hevbendiya Niştimanî bergiriya sûriyan di ber şoreş û daxwazên xwe yên azadî, rûmet û dadmendiyê û mafên xwe di xwepêşandanên aştiyane de her wiha miqatebûna wan li mal û milkên giştî û yên taybet bilind dinirxîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 kanûna pêşîn 2023