Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverênên rizgarkirî Necîb Rehmûn, pêşwaziya Serokê Desteya danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs û nûnerên ciwanên Kombenda Qelemonê kir.
Û di civînê de endamên Hevbendiya Niştimanî Es’ed Elîto, Atif Zurêq û Ebdulmelik Ebûd û endamê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Tariq Elkurdî amade bûn, di civînê de behsa rola ciwanan di xurtkirina aştiyê de li deverên rizgarkirî û giringiya wan di kûrkirina peywendiyên civakî di navbera Sûriyan de hate kirin.
Cemûs tekez kir ku wî rijdiya li ser vegera warên xwe li bal ciwanên Qelemonê hest kir, piştî ku maf û aştî û ewlehiya wan garantî bibe, û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo dozê bidomînin, heta bigihêjin dewleta azadî û dadmendî û yasayê.
Û Rehmûn û Cemûs di çalakiya wêjeyî û çandî ya ku ji aliyê zanîngeha azad a Helebê ve bi boneya roja Cîhanî ya Zimanê Erebî hatibû lidarxistin de beşdar bûn, hejmarek ji çalakiyan lê hebûn, tê de giringî dabûn bedewiya zimanê erebî û bandora zimên li ser pêşketina zanist û zanînê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî