Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Kongirekî Rojnamevanî li Gel hejmarek ji Saziyên Ragihandinê yên Tirkiyê li Dar Dixe û Behsa Dawîtirîn Pêşketinên Dosya Sûrî Dike

December 19, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî Kongirekî Rojnamevanî li Gel hejmarek ji Saziyên Ragihandinê yên Tirkiyê li Dar Dixe û Behsa Dawîtirîn Pêşketinên Dosya Sûrî Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, hevdîtineke rojnamevanî li gel saziyin medyayî yên Tirkî ji bo axaftina li ser dawîtirîn pêşketinên dosya Sûrî bi amadebûna Cîgirên Serok Ebdilmecîd Berekat û Ebdulhekîm Beşar û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî li dar xist.

Û Elbehra behsa sedemên rasteqîn ên berdewamiya êş û azarên gelê Sûriyê û kirîza wî ya dirêj nemaze fakterên derbiderî û penaberiyê kir, û tekez kir ku bijardeya mayînê li bal Sûriyan tune bû, ji ber ku ew ji neçarî koçber bûn, piştî tundiya zêde ya ku rijêma Esed û milîsên wê yên mezhebî li dijî wan bi kar anîn, bi kuştin, bombebarankirin, bikaranîna çekên kîmawî, girtin, windakirin û îşkencekirinê.

Û Elbehra bal kişand ser wê yekê ku hêzên şoreş û rikberiya Sûrî kartêker bûn û hewldaneke mezin ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ji destpêka pêvajoya siyasî di sala 2014an de kirin, lê rijêmê hemû çareseriyên siyasî red kir, û xwe spart bikaranîna tundûtûjiyê hevdem li gel ne kartêkerbûna navdewletî di danûstandina li gel vê rijêmê de, ku bû sedema dirêjkirina derdeseriyên gelê Sûriyê.

Û Elbehra li ser pêvajoya Komîteya Destûrî ya ku 8 rûniştin li dar xistine axivî, û got ku ji ber redkirina rijêmê ji berdewamiya wan civînan re ji ber wê dixwest daxwazên Rusya pêk werin hevdîtin rawestandin, û tekez kir ku ev daxwaz redkirî ye, ji ber ku mafê ti dewletekê nîne destwerdanê di destûra Sûrî de bike.

Û Elbehra bal kişand ser wê yekê ku biryara kêmkirina alîkariyên mirovî li Sûriyê dê krîza mirovî bike bobelateke mirovî, ji ber zêdebûna qebareya pêdawîstiyan, bi taybetî piştî erdheja wêranker, û bilindbûna rêjeya qeyrana aborî û bêkariyê li seranserî welêt.

Û got ku baweriyek li bal civaka navdewletî heye ku kêmkirina asta tundûtûjiyê û gurkirina leşkerî dê bibe sedema kêmbûna qebareya pêdviyên mirovî, lê ketwar berevajî wê ye, ji ber ku bi berdewamî pêdawîstiyên mirovî zêdetir dibin.

Û Elbehra ji Netewên Yekbûyî û dewletên dost û xwedî bandor di dosya Sûrî û dosya mirovî de xwest ku vê rewşê çareser bikin, û asta alîkariyên mirovî bilind bikin, û kêm nekin, ji bo rê li pêşiya birçîbûna berfireh bigrin, nemaze li bakurê Sûriyê û deverên Sûriyê yên dîtir.

Û Elbehra ji Encumena Ewlekariyê daxwaza pêwîstiya çespandina mîkanîzma alîkariyan di riya sînor re û tekezkirina ku bighêje gelê Sûriyê li tevaya deveran kir, û cext kir ku çênabe alîkariyên mirovî ji bo armancên siyasî bikar werin, an rê bidin sîstema gendeliyê ku dest deyne ser alîkariyan li deverên rijêmê ku gihandina wan ji hemû kesên hewcedar re asteng bike.

Û tekez kir ku tu çareseriyeke mirovî ji qeyranên mirovî re tune ye, û sedemên rasteqîn ên krîzên mirovî siyasî ne, û got ku take-çareserî çûna ber bi pêvajoyeke siyasî ya ciddî ye, ji bo ku bigihin cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê jimar 2118 û 2254, ya ku dê deverên Sûrî ji nû ve bike yek, û desthilatê ji gelê Sûriyê re vegerîne.

Û Elbehra diyar kir ku helwêsteke Hevbendiya Niştimanî ya zelal ji bo baştirkirina rewşa jiyanê li bakurê Sûriyê heye, ji bo alîkariya niştecihên herêmê bike, da li mal û warên xwe bimînin, û neçar nebin ku mafê penaberiyê li dewletên dîtir bixwazin, her wiha peydakirina karînan ji bo vegera penaberên Sûrî ya bi dilê xwe ya rûmet û jiyana wan biparêze.

Û bal kişand ser wê yekê ku ev araste bi rêya guhertina sîstemên rêvebirinê tê, ji bo gihîştina dadgehên serbixwe û dadperwer yên ku mafên welatiyan garantî dikin, û pabendiyê bi cîbicîkirina yasayan li deverên rizgarkirî dikin, her wiha pêkanîna ewlehî û aramiyê, tevlî guhertina sîstema ewlekariyê jî, û got ku Hikûmeta Demkî bi awayekî cidî li ser cîbicîkirina yasayan û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji bo bihêzkirina polîsên sivîl kar dike.

Û Elbehra li ser pirojeya berevaniyê li deverên rizgarkirî axivî, ya ku beşek e ji plana temamkirina gewdeyê Artêşa Niştimanî û bilindkirina şiyanên amadebaşî û rahênankirinê, ji bo giheştina temamkirina pirojeya Artêşa Niştimanî ya girêdayî wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Demkî de, ya ku ji çend salan de dest pê kiriye.

Û Elbehra tekezî li ser giringiya rawestandina bombebarankirina cihên sivîlan li deverên rizgarkirî kir, û cextî li ser giringiya rola Tirkiyê ji bo pabendbûna hemû aliyên rêya Astanayê bi rêkeftina agirbestê kir, û got ku danûstandinên berdewam bi Hikûmeta Tirkiyê re di vî warî de hene, ji bo rê li pêşiya armanckirina sivîlan bigre, û ev dê ji bo pêvajoya aramiyê dibe alîkar.

Û Elbehra diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî seredana deverên pîşesazî li Babê, Ezaz û Elraî kir, û li gel Yekîtiya Odeyên Bazirganî civiya, û bi hejmarek ji sermayedar û karsazên Sûrî re hevdîtin li dar xistin, û ji bo veberhênanê hejmarek ji pêşindeyan hatin danîn, bi taybetî di warê bazirganiya tranzîtê ya di rêya Tirkiyê re, her wiha amadekirina Hikûmeta Demkî da ku konferansa veberhênanê li bakurê Sûriyê li dar bixe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Amûrên Ragihandinê yên TirkîHevdîtinek Rojnamevanî
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Desteya Jinê ya Sûrî Civînekê ji bo Rêxistinkirina Xebata Xwe bi Awayekî Ku Beşdariya Siyasî ya Jinan Xurt Bike li Dar Dixe

Desteya Jinê ya Sûrî Civînekê ji bo Rêxistinkirina Xebata Xwe bi Awayekî Ku Beşdariya Siyasî ya Jinan Xurt Bike li Dar Dixe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.