Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Jinê ya Sûrî Civînekê ji bo Rêxistinkirina Xebata Xwe bi Awayekî Ku Beşdariya Siyasî ya Jinan Xurt Bike li Dar Dixe

December 20, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Desteya Jinê ya Sûrî Civînekê ji bo Rêxistinkirina Xebata Xwe bi Awayekî Ku Beşdariya Siyasî ya Jinan Xurt Bike li Dar Dixe

Desteya Jinê ya Sûrî bi hevkariya Yekîneya Piştgiriya Aramiyê, bi dirêjiya her du rojên duşem û sêşemê yên bûrî, civînek girîng li dar xist, têde Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Dîma Mûsa û endama Desteya Siyasî Besme Mihemed wek Hevrêzkara Desteya Jinê ya Sûrî û endamên Desteyê li Tirkiyê û deverên rizgarkirî beşdar bûn.

Û di civînê de kar li ser pêşxistina rêvebirina Desteyê weke kombendeka jinên Sûrî ya bi ser Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ve hate kirin, û ku Deste kar li ser xurtkirina rola jina Sûrî di karûbarên giştî de û zêdekirina hejmara jinên çalak di karê siyasî û navendên çêkirina biryarê de dike.

Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa di destpêka civînê de şiroveyek li ser dawîtirîn pêşhatên siyasî pêşkêş kir, û li ser giringiya karê Desteya jinê ya Sûrî axivî, ya ku Hevbendiya Niştimanî bi rêya wê hewl dide ku dîtina xwe di giheştina Sûriyeke demokrasî û piralî de, ya li ser bingeha prensîbên serweriya yasayê, azadî û hevwelatîbûna wekhev temam bike, û tekez kir ku ev yek dê tenê bi beşdariya kartêker û rasteqîn a jinên Sûrî di navendên biryardanê û saziyên dewletê de pêk were.

Û Endama Desteya Siyasî û Hevrêzkara Desteya Jinê Besme Mihemed li ser giringiya rêxweşkirina şert û mercên guncav ji bo avakirina saziyeke niştimanî ya ku têde jinên Sûrî yên kartêker û xwedî şiyan karibin bandorê di karûbarê giştî û siyasî de bikin axivî, û daxwaza hevkarî û xebatê ji bo ku Desteya Siyasî saziya niştimanî a jinên Sûrî be kir, ya ku dê di rêya wê re rola jinê ya giring di dema niha û di pêşerojê de bê çespandin.

Û di civînê de komxebatek hate lidarxistin, têde beşdaran bingehên rêxistinkirina xebatên Desteya Jinê danîn, her wiha pêşxistina pirojeya wê weke saziyeke kartêker di nav torên Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê de.

Û Civatê reşnivîsek destpêkî ji rêziknameya navxwe ya Desteya Jinê ya Sûrî û pergalê wê re danî, da ku xizmeta pêşxistina mîkanîzma karê wê bike, û berve beşdarbûneke mezintir ya jinan di karê siyasî de di rêya Hevbendiya Niştimanî re bike, û ramaneke destpêkî bo karê Desteyê di qonaxa dahatî de di hundir torên Hevbendiyê de hate danîn, da ku piştgiriya zêdekirina beşdariya jinên Sûrî di hemû aliyên karê Hevbendiyê û saziyên wê de bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Desteya Jinê ya SûrîXurtkirina Rola Jinê
Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî li Gel Girûpek ji Jinên Sûrî yên Nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl û yên Çalak li Eyaleta Rihayê li Tirkiyê Dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî li Gel Girûpek ji Jinên Sûrî yên Nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl û yên Çalak li Eyaleta Rihayê li Tirkiyê Dicive

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.