Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra li gel hejmarek jinên Sûrî yên nûnerên rêxistinên civaka sivîl û yên çalak li Eyaleta Rihayê li Tirkiyê bi amadebûna Razgirê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û endamên Desteya Giştî Ehmed Tu’ime û Perwîn Ramê civiya.
Û di civînê de rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê hate gotûbêjkirin, û plana karê Hevbendiya Niştimanî bo qonaxa dahatî û rola giring a jinên Sûrî têde hate şirovekirin.
Û Elbehra diyar kir raman ji bo vekirina ofîseke têkildarî jinên Sûrî li Eyaleta Rihayê bi rêya Desteya Jinê ya Sûrî heye, û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî kar dike ji bo roleke giring a jinên Sûrî di tevaya warên siyasî, civakî û çandî de hebe.
Û Elbehra bal kişand ser astengiyên mezin ên dikevin riya her aliyê ku dixwaze ji bo karûbarê sûriyan kar bike, ji ber mezinbûna qebareya hewcedariyan ku tenê dewletên mezin Karin wan pêk bînin, û daxwaza hevkarî û hevrêziyê ji bo yekkirina xebatê û parvekirina kar, ji bo ku ji tevaya sûriyan re sûdar be kir.
Û Elbehra li ser makezagona Sûriyê ya paşerojê axivî, û tekez kir ku mafê ti aliyekî nîne ku destûrê bi tena xwe ji Sûriyê re binivîse û li ser gelê Sûriyê bisepîne, ji ber ku ew destûr ji bo tevaya Sûriyê û hemû welatiyên wê ye, û bal kişand ser karê Komîteya Destûrî ya ku nûneratiya Desteya Danûstandinê ya Sûrî li Cenêvê dike, û dariştina pirojeya destûrê ya ku gelê Sûrî bi tevaya pêkhatên wî xwediyê peyva dawîn di pejrandina wê an redkirina wê de ye, bi rêya referandumeke giştî li ser wê destûrê, û çi aliyê ku destûrekî li ser bingeha mezhebî yan navçeyî bisepîne, karê wî redkirî ye, û ji aliyê siyasî û yasayî ve nayê pejrandin.
Û jin li ser giringiya berdewamiya civînan ji bo naskirina pêşketinên dawîn û beşdariya kartêker ya jinan di aliyê siyasî de axivîn, û amadebûyan dîtin ku ev yek dê beşdariyê di plana ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve hatiye danîn bike, ji bo bihêzkirina jinan di karê siyasî de.
Û Jinan tekezî li ser pêwîstiya ku Hevbendiya Niştimanî karekî mezintir ji bo beşdarkirina jinan bike, û jinên deverên rojhilat jî di nav de hebin, û guhertina rewşa bakurê Sûriyê û veberhênana karîn û pisporiyên heyî, kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî