Girûpa Karê Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînekê li gel Revenda Sûrî ya Azad li Bulgaristanê li dar xist, û behsa dawîtirîn pêşhatên piroseya siyasî li Sûriyê û karûbarê Revenda Sûrî li Bulgaristanê kir.
Û di civîna ku li baregeha Revendê li bajarê Sofya li dar ketiye, Hevrêzkarê Girûpa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Zuhêr Mihemed û Serokê Revenda Sûrî ya Azad li Bulgaristanê Mus’eb Çakûç û endamê Encumena Rêvebirinê di Revendê de Hesen Elrîhawî amade bûn.
Û Hevrêzkarê Girûpê zuhêr Mihemed cextî li ser pêwîstiya berdewamiya pêwendî û hevkariyê di navbera herdû aliyan de kir, û herdû aliyan astengiyên ku tên pêşiya Revenda Sûrî li Bulgaristanê û pêngavên pêwîst bo xurtkirina rola Revendê di civaka xwecihî de kir.
Û Mihemed li ser piroseya siyasî û çareseriya siyasî ya hêvîkirî û çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe û serpereştiya wan dike, her wiha giringiya kartêkerkirina rola Revenda Sûrî bi awayekî giştî û ya li Bulgaristanê bi taybetî axivî.
Û civîngeran bal kişandin ser bandorên neyînî yên kêmkirina alîkariyên mirovî yên ku bo Sûriyê hatine terxankirin, û tekezî li ser giringiya pêşdebirina aborî li deverên rizgarkirî û piştgiriya veberhênanê têde û handana karsazan li ser avakirina pirojeyên aborî li deverên rizgarkirî kirin.
Û civînger di dawiya hevdîtinê de gihan hejmarek ji temîniyan, ji wan: Şopandina hevrêzî û hevkariya li gel Revendên Sûrî li seranserê cîhanê û lidarxistina kongirekî taybet bi Revendan li ser hejmarek ji qonaxan û qonaxa yekemîn li dewletên Belqan be û di pey re dewletên Yekîtiya Ewropayê werin.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî