Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî li Gel Nûnerên Çalakiyên Sivîl û Siyasî û Eşîrî yên Sûrî li Eyaleta Rihayê Dicive

December 20, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Serokê Hevbendiya Niştimanî li Gel Nûnerên Çalakiyên Sivîl û Siyasî û Eşîrî yên Sûrî li Eyaleta Rihayê Dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Emîndarê Giştî yê Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî Cîhad Mer’î, li gel nûnerên saziyên sivîl, siyasî û xizmetguzarî, êl û eşîr û partiyên siyasî li bajarê Rihayê yê Tirkiyê roja sêşema bûrî civiyan, û li ser pêşhatên dawîn ên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê axivîn.

Û di civînê de hejmarek endamên Hevbendiya Niştimanî û Wezîrên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û endamin ji Encûmena êl û Eşîran û Kombenda Kurdên Serbixwe û nûnerên çend partiyên Sûrî amade bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî kurteşiroveyek li ser rewşa siyasî û destkeftên qonaxa bê pêşkêş kir, û li ser plana karê Hevbendiyê di dema bê de axivî, û bal kişand ser hevrêziya tam di navbera saziyên şoreş û rikberiyê de, bi nûneratiya Hevbendiyê û Desteya Danustandinê û Hikûmeta Demkî li gor planeke kar a ku li ser prensîba xebata tevayî û pêwîstiya beşdariya hemû kesên dikarin û dixwazin beşdariyê bikin ji rêxistin û komele û xwedan ezmûn ava bûye, ji bo çakkirina ketwarê jiyanê li bakurê Sûriyê û biserxistina plana ku wek temamkirin ji tiştê ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî di salên bûrî de pê rabûye tê, bi armanca dabînkirina jîngeheke ewle û aram ya ku veberhênanê geş bike û alîkariyê di afrandina derfetên kar de bike, ji bo niştecih karibin li deverên xwe bimînin.

Û Elbehra tekezî li ser giringiya pêşketina deverên rizgarkirî ji bo guhertina ketwarê Sûrî kir, da ev yek bibe alîkar ji bo vegerandina guhdana navdewletî û herêmî bi hêviyên Sûriyan û armancên şoreşê yên ku ji bo wan qurbanî dane, herweha dê piştgiriyê bide piroseya siyasî bo pêkanîna biryarên navdewletî yên ku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bînin.

Û Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî Bedir Cemûs, şiroveyek siyasî pêşkêş kir, têde behsa pêşhatên proseya siyasî û giringtirîn hevdîtin û civînên ku Deste di heyama bûrî de pê rabûye, ji bo aktîvkirina proseya siyasî da dosyaya Sûrî û daxwazên gelê wê li ser qada navdewletî zindî bimînin, kir.

Û Cemûs tekezî li ser pêwîstiya yekdestiya şoreşgerên Sûrî û hevrêziya wan ji bo guhertina ketwarê siyasî kir, û amaje kir ku pêwîstîya vê yekê bi başkirina ketwarê deverên rizgarkirî û saziyên xizmetguzariyê heye, ji bo bibe hêzdariyeke rasteqîn û alîkariyê di pêvajoya danûstandinê de bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa li ser karê Hikûmetê û giringîpêdana wê bi dabînkirina alavên bingehîn ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê bi rêya serxwebûna dadweriyê, û temamkirina tiştê ku Wezareta Berevaniyê dest pê kiriye û pêk aniye ji rêşûnên avakirina saziyên leşkerî bi awayê dirust axivî.

Û Mustefa bal kişand ser ku pêşketin di karê Hikûmeta Demkî de heye, tevî şiyanên wê yên kêm, nemaze di warê vekirina pirojeyên domdar û pêşxistina karê Wezaret û saziyan di hundir rêvebirina sivîl û hikumdariyê de.

Û Emîndarê Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî Cîhad Mer’î, şiroveyek li ser rola encûmen û  beşdariya wî di bicihanîna pilanan de, û ketwarê debara jiyanê li deverên rizgarkirî, pêşkêş kir.

Û kesên amade pirs derbarê rola Hevbendiya Niştimanî di çareserkirina dozên penaberên Sûrî de li Tirkiyê û dewletên dîtir û karîna dezgeha dadweriyê li deverên rizgarkirî derbarê dadpirsîna kesên ku dijminkarî û binpêkirin pêk anîne kirin, her wiha behsa pêwîstiya piştgiriya Wezareta Berevaniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, ji bo bidawîkirina nakokiyên çekdarî yên navxweyî di rêya polîsên leşkerî û dadweriya leşkerî re kirin.

Û Amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna vê pirojeya niştimanî ji tevaya gelê Sûriyê re kirin, ji bo ku derfet ji hemû kesayetî û rêxistinên niştimanî re bên dayîn, da li ser bixebitin û hevkariyê ji bo serkeftina wê bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Çalakiyên SivîlEyaleta RihayêRûsipiyên Eşîran
Share12TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê Dest bi Pirojeyeke Çandiniyê ji bo Piştgiriya Çandina Zeytûnan li Bakurê Helebê Dike

Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê Dest bi Pirojeyeke Çandiniyê ji bo Piştgiriya Çandina Zeytûnan li Bakurê Helebê Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.