Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê, dest bi projeyeke çandiniyê ji bo xurtkirina xizmetên çandiniyê yên ku piştgiriya berhedana zeytûnan dike kir, ji bo xurtkirina zincîreyên dabînkirina zeytûnan ên ku bazar wan birêve dibe û xwedî nirxeke bilind in li bakurê Helebê.
Û armanca pirojeya bi navê Piştgiriya Cotkarên Zeytûnan li Bakurê Helebê ew e ku têgeha komeleyên cotkaran ên hevkariyê vejîn bike û alîkariyê di dabînkirina ewlehiya xwarinê û geşepêdana aborî de li deverên armanckirî bike, û texmîn heye ku hezar cotkar û 5 hezar kes ji endamên malbatên wan sûdê ji vê pirojeyê bi awayekî yekser bibînin.
Û ev piroje wek bersivdana kêşeya ku bi ser karta çandiniyê li welêt hatiye de ye, nemaze di warê çandina zeytûnan de, ya ku yek ji girîngtirîn hêmana aboriya Sûriyê ji demên dûr û dirêj de ye, û bûye beşek bingehîn ji kevneşopiya çandiniyê li welêt.
Û tê texmînkirin ku ev proje bibe sedema zêdekirina veberhênanê li nav zeviyên ku bi darên zeytûnan hatine çandin, û berfirehkirina çandina zeytûnan û derbaskirina cureyin nû yên berhemên baştir ên zeytûnan, her wiha piştgiriya cotkarên zeytûnan bi xizmetên pêwîst ji bo kêmkirina lêçûn û mesrefa berhemdanê û başkirina şert û mercên giştî yên jîngehê di rêya jinavbirina bikaranîna bêserûber ya semadê û dermên û dabînkirina şêwyên nûjen ên semadkirinê.
Û proje dê li ser damezrandin û piştgirîkirina 3 komeleyên cotkarên zeytûnan û palpiştiya xebatên berhedana wan yên seretayî û alîkariya hezar cotkarî di pêkanîna karên çandiniyê de yên têkildarî berhemdana zeytûnan kar bike.
Û proje dê ji hezar cotkarî re tiştên çandiniyê yên bi kalîte wek şitil, zibil, derman û alavên çinînê û kesixandina daran peyda bike, her wiha rêkûpêkkirina helmetên reşandina dermanan ji bo jinavbirina êş û nexwaşiyan bi awayekî kartêker, û damezrandina du baxçeyên şitlên zeytûnan ên ku bi awayekî nûjen ava bûne, da ku şitlên zeytûnan yên xwedî kalîteyeke bilind dabîn bikin û bi vî awayî çandiniya zeytûnan berfireh bikin.
Û piroje dê kar ji bo dana agahiyan û pêşxistina karînên hezar cotkarî derbarê cîbicîkirina şêweyên çandiniyê yên baştir bike, her wiha teknîkên çandiniyê yên zîrek ji aliyê keş û hewayî de, bo parastina berhemê zeytûnê û berdewamiya wî dabîn bike, û derfetê bide derdora 600 cotkarî da ku beşdariyê di civînên pevguhertina pisporiyê de bikin û sûdê ji serkeftin û astengiyên ku berê rastî wan dihatine werbigrin, da civakeke hêzdar a cotkarên zeytûnan damezrînin.
Û piroje di qonaxên xwe yên cîbicîkirinê de wê derfetê dide 150 cotkarî da beşdariyê di pêşangehên berheman û pêşbirkan de bikin, û ew yek dê pîşesaziya çandina zeytûnê ya xwecihî xurt dike, di riya dabînkirina platformekê ji cotkaran re, ji bo ku berhemên xwe lê nîşan bidin wek nirxdayîanê ji keda wan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî