Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê qonaxa duyemîn ji Projeya Piştgiriya debara jiyanê dest pê kir, weke bersivekê ji zêdebûna daxwaza xizmetên qerzdanê di kartên curbecur de, weke bazirganî, xizmetguzarî, pîşesazî û çandiniyê.
Û ev proje li gorî serkeftinên mezin ên ku Sindoqa Qerzdanê di qonaxa xwe ya destpêkê de bi dest xistine li gel hevkariya bi yek ji saziyên cîbicîker re tê, bi mebesta zêdekirina geşepêdanê û berdewamiya peojeyên piçûk û yên herî biçûk ên karsazan di rêya pêşkêşkirina qerzên cuda yên li gor her kesekî tê, her wiha dabînkirina xizmetkariyên ne diravî.
Û armanca projeyê ew e ku tiştên di qonaxa yekem de pêk hatine temam bike, û bigihêje hejmarek bêtir ji sûdmendan, û kategoriyên deynan berfireh bike, û giringiyê bidin jin û ciwanan û kesên xwedî pêdviyên taybet û malbatên ku jin rêvebiriya wan dikin û malbatên bê dahat, ji ber ev yek dibe alîkar ku ev beşên civakê karibin beşdariyê di vejandina aboriya civakên xwe de bikin.
Û Proje dê kar li ser berfirehkirina xizmetguzariyan bike ji bo piştgirîkirina jinên karsaz û dabînkirina şêwirmendiyê ji bo projeyên takekesî, nemaze karên bazirganî di sektora çandiniyê de yên li gorî bazarê, û bizavên ji bo çareserkirina encamên erdhejê, her wiha zêdekirina şiyana darayî ya saziya dana qerzên nû û bilindkirina asta kesên danûstandinê bi wan re dikin.
Û proje kar ji bo pêşxistina şêwazên perepêdanê yên domdartir û baştirkirina debara jiyana kesan û aramiya aborî di nav civakên armanckirî de dike.
Û proje dê li ser pêşkêşkirina deynên curbecur û berhem û xizmetguzariyên ne darayî ji 1,170 kesên xwedan piroje re yên bi rêya çar navendên Sirac li bakurê rojavayê Sûriyê hatine bijartin kar bike.
Û deyn li ser pênc celeban têne dabeş kirin, û bi qerzên herî biçûk dest pê dike, yên ku qebaretya wan di navbera 400 – 1,200 dolarê Amerîkî de ye, ku ew pere di dema 30 heyvî de bên vegerandin, her wiha deynên geşepêdanê yên ku nirxê wan di navbera 1,200 – 3,000 dolarî Amerîkî de ye, yên ku ji projeyên piçûk ên ku dixwazin berfireh bibin re tên peydakirin.
Û cureyê sêyemîn ê qerzan ji bo çandiniyê ne, yên ku nirxê wan di navbera 500 û 5,000 dolarê Amerîkî de ye, û ew ji bo peydakirina hewcedariyên madî yên cotkaran ên demsala berhemdanê ne, û rê dide berhemdaran ku kelûpelên çandiniyê yên bi kalîte werbigirin, û amûran û embarkirinê baştir bikin, her wiha deynên geşepêdanê yên ku nirxê wan di navbera 3,000 û 8,000 dolaran de ye, û ev deyn ji aliyên kartêker di bazarê de têne dayîn, di rêya dabînkirina pereyên ku ew hewcedarê ne, ji bo mezinkirin û berfirehkirina projeyê xwe, tevlê yên ku berê ji deynên din sûd wergirtine.
Û cureya pêncem giraniyê dide deynên awarte, yên ku têde qebareya qerzê ji bo her rewşê bi rengekî taybet li gor hewcedariyê tê destnîşankirin, û ji kesên ku bandora erdhejê li wan bûye ji bo rewşa xwe çareser bikin tên pêşkêşkirin, di rêya mîkanîzmayek ji nû ve fînansekirinê ji bo alîkariya deyndaran ku deynên xwe birêve bibin.
Û proje zincîrên kursên rahênanê di rêya navendên Sirac re peyda dike, di nav de kursên karînên jiyanê û nehiştina nezaniya darayî, û perwerdehiya bazirganî û çawaniya gihîştina bazaran.
Û ev proje dê dahatên qerzdaran ên bazirganî zêde bike, her wiha bixwebaweriya deyndaran baştir bike, û pîvanên stratejiyên adeptebûna nebaş û karînan û teknîkên qerzdar û karmendan baştir bike.
Û proje dê karîna jîyanê li bal qerzdar bihêz bike, û nezaniya darayî nehêle û karîna pêşxistina pirojeyan zêde bike, û rêjeya bêkariyê kêm bike, ji ber ku qerzdar an karsaz dê karibin di seranserê salê de ji ber zêdebûna qezencan derfetên kar ji hin kesên din re dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî