Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê, bi hevkariya li gel bernameya geşepêdanê ya Netewên Yekbûyî, projeyek nû di sektora av û avrêjê de dest pê kir, û armanc jê vegerandina gihîştina avê ya domdar û paqij ji şeş deverên li bakurê Helebê re.
Û proje dê ava vexwarinê ya paqij û ya avdaniyê ji bo 168366 kesan dabîn bike, û ev yek dê metirsiyên belavbûna nexweşiyên di rêya avê re têne veguheztin kêm bike, û tenduristiya xelkê biparêze, her wiha peydakirina 200 derfetên kar li deverê û avdana 23 donim erd û baştirkirina kalîteya çandiniyê.
Û ev proje rêbazek tekûz bikar tine, ji bo dabîkirina avê di rêya nûavakirin û nûjenkirina tor û sîstemên avê re, her wiha peydakirina derfetên kar ên demkurt yên ku domdariyê misoger dike, û hebûna avê zêde dike.
Û ev proje ji ber nebûna ewlehiya avê ji bo hemû niştecihên deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê ye, ji ber ne aramî û kêmbûna jêderên ava paqij û ewle, ku bûye sedema xwespartina ava ku bi kamyonan tête veguheztin û xerckirina sotemeniyê ya ku îstgehên avê dixebitîne.
Û tê texmînkirin ku ev proje dê ava paqij ji bo deverên ku erdhejê bandor lê kirine peyda bike, û çalakî û derfetên ku di dema kurt a darayî de ji kesên herî lawaz re dabîn bike, her wiha sînorekî ji nebûna avê li deverê re deyne.
Û proje dê kar li ser nûjenkirin û baştirkirina jêrxana avê û çakkirina çar îstgehên avê û xebitandina wan bi enerjiya rojê ji bo peydakirina çareseriyên jîr û domdar bike, da ku xerckirina avê kêm bike, û xwespartina li ser bikaranîna sotemeniyê ji bo xebitandina generetor û îstgehên avê kêm bike.
Û proje dê li ser dirêjkirina toreyên avê bo bighêne deverên derdorê da gihandina avê bo xelkê wir misoger bibe û xwespartina li ser kamyonên avê kêm bibe kar bike, her wiha danîna şeş sîstemên ava baranê û cîbicîkirina xiştekariyeke neguhêr bo berdana avê û zêdekirina avdana zeviyên çandiniyê.
Û proje kursên rahênanê dide 30 karkerên ku tore û îstgehên avê birêve dibin, û dê 200 kesî beşdarî bernameya pere berdîla kar bike, ji bo nûavakirina tor û îstgehên avê, û giraniyê bide karkerên jêhatî û yên ne pispor û kesên xwedî pêdviyên taybet.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî