Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro heftemîn salvegera tawana koçberkirina kotekî ye, ya ku rijêma Esed û piştgirên xwe dermafê xelkê bajarê Helebê li gel bêdengiya navdewletî hember kuştin û bombebarankirina hovane ya berî tawanên koçberkirina kotekî pêk anîne, û guhnedana yasaya mirovahî ya navdewletî û urfên cîhanî yên ku bi zelalî wî sûcî wek tawana cengê binav dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku sistbûna navdewletî û bêdengiya cihê gumanê hember tawanên cengê, di nav de koçberkirina kotekî ya ku dijî gelê Sûriyê hatiye kirin, ya li bajarê Qiseyrê li Humsê dest pê kir û piraniya parêzgehên Sûriyê, yên ku rastî heman tawanên cengê hatine domand, çireyeke kesk da rijêma Esed û piştgirên wê ji bo di rêbaza leşkerî ya hovane di danûstandina bi Sûriyan re û pêkanîna hîn bêhtir tawanên cengêr û binpêkirinan berdewam bikin.
Hevbendiya Niştimanî cext dike ku derbasbûna van salan di ser tawanên cengê re, bêyî ku dadpirsîn û lêpirsîna wan bête kirin, baweriya Sûriyan bi şiyana civaka navdewletî bo pêkanîna dadweriyê li Sûriyê lawaz dike.
Em di riya Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê ya ser bi wê ve re ji civaka navdewletî dixwazin ku dosya Sûriyê kartêker bike mîkanîzmayên dadpirsîna navdewletî ji tevaya tawankarên cengê û di serî de Beşar Esed û rijêma wî re li dadgehên niştimanî yên her dewletê bibîne, û ku kar li ser piştgirî û aktîvkirina piroseya siyasî li Cinêvê bo cîbicîkirina biryara navdewletî jimar 2254 (2015) bi temamî û bi awayekî vebir bikin, her wiha piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê di azadî û dadwerî û demoqrasiyê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
22 kanûna pêşîn 2023