Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi guhdaneke mezin binpêkirin û bûyerên cihê mixabiniyê ên ku li ser sînorê Sûriya û Tirkyê ji aliyê hin endamên pasvanên sînor ên tirk de çêdibin dişopîne, û şermezarkirina xwe ji çi binpêkirina dijî bêsûcan dibe tîne ziman, û balê dikşîne ser giringiya sizadana endamên beşdarî di kuştin û işkencekirina hejmarek ciwanên sûrî de kirine, ji bo parastina peywendiyên biratî yên ciyawaz di nav gelên herdû welatan de.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku wê berî çend rojan peywendî bi desthilatdarên tirk re derbarê van bûyeran pêk anîne, û daxwaza vekirina lêkolînan di vê derbarê de kiriye, ji bo naskirina kesên destê wan di vê bûyerê de heye û sizadana wan, û nehêlana rûdana bûyerên bi vî rengî di demên bê de.
Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbata kesê jiyana xwe ji dest daye dike, û dilovaniya xweda jê re dixwaze, û hêviya saxbûna zû ji birîndaran re dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
14 adar 2023