Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Pirtirkirina cezayên nû li ser çembera li dor rêxistinên terrorist yên girêdayî rijêma Îranê û di serî de milîsên Hizbullah tiştekî pir girîng e.
Pêngavên dawîn yên Wezareta Gencîneya Emrîkî û Wezareta Derve ya Emeîkî avêtine dijî kampanî û kesên têkildarî milîşên Hizbullah û îstaxbaratên Îranî bi gelemperî, di divê çarçoveyê de tên, û zêdekirina cezayan li ser rijêma Esed û kesayetên pêve girêdayî û yên pêre hevkar in gaveke pêwîst e.
Gelê Sûrîyê bendewarê cezayên navdewletî yên bêhtir e, li ser tevaya hevalbendên rijêmê û şirîkên wê di pêkanêna tewanan de ji dewlet û rêxistin û kesayetan, li gel pêwîstiya bikaranîna van cezayan ji bo piştgiriya çareya siyasî, da bibin wek fişarekê ji bo bi zorê hevalbendên rijêmê û pişrgirên wê ji nû de bi awayekî cidî û rasteqîn û rêkûpêk berê xwe bidin pirosesa danûstandinê.
Divê civaka navdewletî zanibe ku jihevxistina toreyên terrorist yên Îran û Rûsiya û rêvebiriya wê li deverê pir giring e, û divê berçav be ku çi derengman di wê dozê de, dê bibe sedema rûdana kêşeyên mezintir, û gelek kes bê ti behane bên kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
18 îlon 2020