Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek aresteyî Wezîrê Derve yê Emerîka Mike Pompeo kir, da wan han bide ser karê ji bo çalakkirina pirosesa siyasî li Sûriyê û gihîştina çareya siyasî da hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de pêk werin, li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254.
Û Elherîrî got ku “Em pir guhdarên serwerî û yekîtiya Sûriyê û jiyana wê ya bi aştî ne, çi li ser asta navxweyî be an li gel cîranên xwe be, û xwedan sîstemeke demoqrat be, û mafê tevaya welatiyên xwe biparêze”.
Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî “Xebatê ji bo nimûneyeke demoqratî dike, daku aştî û pêşkeftina domdar ji welatê me re misoger bike, yê ku wê pişta xwe bi xwe girêbide, û ji bendên piştrastkirina bi xelkê rizar bibe”.
Û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî dê xebatê ji bo pişikdariya tevaya pêkhatên welêt tevî jinan û kêmnetew û olan di pirosesa bicîkirina biryarê de bike, û rêzê li cîwaziya ku faktera zengîniya civaka Sûrîyê û hêzdarbûna wê ye bigire.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî