Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana malbat û dostên xwebexşê Heyva Sor a Tirkî pakrewan Mihemed Arif Kîdîman, yê ku berî çend rojan di dema rabûna bi erkê xwe li Sûriyê şehîd ket, kir, û sersaxî ji wan re pêşkêş kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, serokatiya şandê kir, û serdan bi hevaltiya Balyozê Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê D. Nezîr Elhekîm û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs û Endamê Desteya Giştî Yusif Mehlî bû.
Û şandê hevdîtin li gel diya pakrewanê Tirk lidar xist, û jêre tekezî li ser rawestana Hevbendiya Niştimanî li rex malbata şehîd kir. Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku “Xwîna Mihemed tevlî xwîna pakrewanên Sûriyê bû, cenga me yek e, û doza me yek e, em şer ji bo gelê û xelkê me dikin”.
Û şandê serdana baregeha Heyva Sor ya Tirkî li Îyaleta Dozce kir, û hevdîtin li gel rêvebir û xwebexşên têde pêkanî, û sipasiya xwe ji wan re li ser karê ji bo xizmeta Sûriyên li cûrbecûr Îyaletên Tirkiyê dikin pêşkêş kir.
Û şandê serxaşiya gelê Sûriyê û rêzgirtina wan ji qurbanî û qehremaniya Mihemed Arif Kîdîman re veguhst, û tekezî li ser girîngiya karê ku Heyva Sor ya Tirkî li ser xaka Sûriyê dike kir.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî